DFGyê rapora ‘Binpêkirinên Mafê Rojnamevanan’ belav kir

DFGyê rapora ‘Binpêkirinên Mafê Rojnamevanan’ belav kir
DFGyê rapora ‘Binpêkirinên Mafê Rojnamevanan’ belav kir
Botan Times
  • 4 Mart 2024 11:49

Dicle Fırat Gazteciler Derneği DFGyê rapora meha sibatê ya Binpêkirinên Mafê Rojnamevan belav kir.

Botan Times temamîya roparê diweşîne.

Em meheke din a bi tejî binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran li pey xwe dihêlin. Di meha sibatê ya 2024’an de em dîsa bi raporeke ku binçavkirin, girtin, astengkirina şopandina nûçeyan û mûameleya xerab tê de ne rûbirû ne. Her wiha em behsa rojnamevanî û rojnamevantiya ku derbarê wan de doz tê vekirin û tên cezakirin dikin. Dîsa saziyên medyayê yên ku hewl tê dayîn bi cezayên RTUK’ê bên bêdengkirin, nûçeyên ku xwegihandina wan tên astengkirin û naverokên medyaya civakî jî di rapora me de mijarên sereke ne. Lê belê di meha sibatê de yek ji mijarên herî zêde li ser nîqaş hate kirin, binçavkirina rojnamevanan û mûameleya li wan hate kirin bû. Binçavkirina Kîbriye Evren û Selamet Tûran a di 9’ê sibatê de, binçavkirina 5 rojnamegeran a di 13’ê sibatê de li Îzmîrê û binçavkirina 3 rojnamegeran a di 27’ê sibatê de li Wanê bû mijarên herî balkêş. Berdana rojnamevanên li Îzmîrê ya piştî pêvajoya binçavkirinê ya 4 rojan a bi şertê kontrola edlî û hefsa malê tê wateya “Em we berdidin lê em we hefsî malê dikin û nahêlin hûn rojnamevaniyê bikin.” Bûyera ku em dibêjin nayê xwestin ku rojnamevan nûçeyan çêbikin tam jî ev e. Ji bilî van binçavkirinan girtina nûçegihanê PÎRHA’yê Dîren Keser a di 28’ê sibatê de li Mêrsînê careke din nîşan da ku desthilat çiqas ji rojnamevanan ditirse. Revandina Silêman Ehmed a li Herêma Kurdistana Federe ku 132 roj in agahî jê nayên girtin jî dide nîşandan ku PDK’ê azadiya çapemeniyê çawa bin pê kiriye. 

Meha sibatê di heman demê de bû meheke berdana hin rojnamevan jî. Yek ji van rojnamevanên hatin berdan jî Hevseroka me ya Komeleya Rojnamevanên Dîcle û Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû bû. Piştî dîl girtina 10 mehan Muftuoglû azad bû. Organên darazê yên bi helwesteke dijminane hewl dan, wê di girtîgehê de bigirin, li dijî rastiyên derketin holê bêçare man û neçar man Dîcleyê berdin. Lê heta ku em vê pirsê jî nepirsin nikarin xwe bigirin. Dîcle Muftuoglû 10 mehan ji bo çi di hefsê de hate ragirtin? Organekî darazê yê ku bersiva vê pirsê bide heye? Dibe ku Dîcle niha di nava me de be lê em ê çi li 10 mehên ku ji azadiya wê hatine dizîn bikin, em ê bi têgeheke hiqûqê ya çawa îzah bikin? Ev rewş ne tenê ji bo Muftuoglû ji bo hemû rojnamevanên di girtîgehê de tên ragirtin derbasdar e. Belê rast e dibe ku rojnamevanên di meha sibatê de hatin berdan çêbûn lê hêj gelek rojnamevan di nava çar dîwaran de ji azadiya xwe bêpar in. Ev ecêbiya hiqûqê li qada azadiya raman û îfadeyê ya li welat weke lekeyeke reş disekine. Ji ber vê yekê em dixwazin ku rojnamevanên ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin demildest bên berdan. 

Dema em behsa azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê dikin, mixabin bi rastiya rojnamevanên ku weke dijmin tên dîtin re rû bi rû ne. Desthilat bi giştî di pozîsyoneke ku ji rojnamevanan hez nake û hewl dide nûçeyên çêdikin asteng bike de ye. Ji bilî vê yekê nûçeyên têkildarî desthilat û alîgirên wê krîmînalîze dike û hewl dide ji holê rake. Difikirin ku bi astengkirineke bi vî awayî dê rastiyan veşêrin. Bêguman zext û astengî dibe ku di astekê de rojnamevantiyeke bitendurist asteng bike lê di rastiyê de nikare rojnamevanên nûçegihaniyê dikin û birûmeta xwe li pey heqîqetê ne bisekinîne. Em vê rastiyê bi awayekî zelal dibînin. Tevî her tiştî jî rojnamevanên bi rûmet ji bo mafê gel ê agahdarkirinê biparêzin dest ji rojnamevantiyê bernadin. Me meheke din li pey xwe hişt. Em hêvî dikin ku rojnamevan di mehên biharê de bikaribin di hawîreke xebatê ya azadtir de karên xwe bikin. Ji bo ev yek pêk were em diyar dikin ku divê hikûmet dawî li polîtîkayên xwe yên zext û çavtirsandinê yên li qada azadiya çapemeniyê, azadiya raman û îfadeyê bîne. Em ji bîr nekin ku “çapemeniya azad, tê wateya civaka azad”. Em nikarin li cihekî ku rojnamevan ne azad in qala civakeke azad bikin. Ji ber vê yekê em hemû beşên civakê vedixwînin ku bi rojnamevanan re di nav piştevaniyê de bin û mafê xwe yê agahî wergirtinê biparêzin.