DFGyê daxuyanîyek ji bo Silêman Ehmed belav kir

01/02/2024
Wêne | DFG

Dicle Fırat Gazeteciler Derneği (DFG)yê li ser rojnameger Silêman Ehmed daxuyanîyek belav kir ku ev 100 roj in agahî jê nayêne standin û di destê PDkyê da ye.

Botan Times temamîya daxuyanîyê diweşîne.

Ev bû 100 roj… Sed roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed, nayên girtin. Ev sed roj in Silêman di bin zilm û zordariyê de ye. PDK û rêveberiya Başûr çav û guhên xwe girtine, qet deng nabihîsin, qet bersiv nadin. Gelo Silêman Ehmed di çi rewşê de ye, jiyana wî di bin talûkeyeke çawa de ye, kes nizane. Lewma tevahiya heval û hogirên wî, malbata wî ji vê rewşê bi fikar in.

Silêman Ehmed ê ku beriya 5 salan li Herêma Kurdistana Federe bi cih bûbû û edîtoriya beşa erebî ya Rojnewsê dikir, di 1’ê cotmeha 2023’yan de ji bo tevli şîna bavê xwe bibe û malbata xwe ziyaret bike çûbû Rojava. Di 25’ê cotmehê de ji Helebê vegeriya Herêma Kurdistana Federe. Di dema vegerê de li Sînorê Pêşxabûrê yê di bin kontrola hêzên PDK’ê de ye, ji aliyê hêzên asayişê ve hat binçavkirin. Di derbasbûna Suleyman Ehmed a Başurê Kurdistanê de tu pirsgirêkên zagonî tine bûn. Li gel vê rewşê asayîşa PDK’ê ew binçav kir û li gor agahiyan teslîmî saziya îstîxbaratê Parastinê kir. Her çiqas bi awayekî fermî nedihat qebûlkirin ku Silêman Ehmed hatiye binçavkirin jî, piştî hewldanên parêzerên wî bi biryara dadgehê hat qebûlkirin ku Ehmed di bin çavan de ye û ji hêla Parastinê ve bi awayekî derhiquqî tê girtin. Ligel hewldanên malbat û parêzeran û bangawaziyên saziyên rojnamegeran, PDK derbarê rewşa Ehmed de tu agahiyan nade. 

Em bi awayekî vekirî dibêjin ku PDK û rêveberiya Başûr bi vê helwesta xwe sûc dikin. Ji ber ku sûcdarin jî, xwe kerr û lal dikin. Rêhevalên wî dixwazin aqubeta Silêman Ehmed hîn bibin û hewldanên wan ji bo vê yekê ye. Ji ber ku di cîhanê de yek ji xebata herî pîroz karê rojnamegeriyê ye. Li seranserê cîhanê, bi taybet jî welatên demokratîk ji bo rojnamevan bêne parastin, hewldan hene. Tenê li welatên cîhanê yê sêyemîn û totalîter rewşên bi vî rengî tên jiyîn. PDK û rêveberiya Başûr bi vê helwesta xwe ji welatên herî paşverû bêhtir li paş maye û tevahiya nirxên mirovahiyê bin pê dike.

Ev nêzîkatî polîtîkayeke qirêj û pir xeter e. Bi vê rêbazê azadiya çapemeniyê ji holê tê rakirin. Em weke rojnamevanên vî welatî, van kiryarên faşîzan û derhiquqî qebûl nakin. Em ji jiyana Silêman Ehmed bi fikar in û dixwazin demildest agahiyekê jê bigirin. PDK bila dev ji van kiryarên xwe yên derhiquqî berde û Silêman Ehmed serbest berde. Her wiha em bang li hemû sazî û dezgehên rojnamegeriyê û raya giştî ya cîhanê dikin ku ji bo Silêman Ehmed bêdeng nemînin û doza azadiya wî bikin. Bila bê zanîn ku tu hêz nikare dengê rojnamevanên bi rûmet qût bike!

KOMELEYA  ROJNAMEGERAN A DÎCLE FIRATÊ (DFG)


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Li Sûriyeyê malbat li kesên wendabûyî digerin – NYT/Al Jazeera

Piştî hilweşîna rejîma Esad, bi hezaran malbat li Şamê li girtîgeha Sednaya

Artêşa Tirkiyeyê êrîşî hêzên Kurdan ên li Sûriyeyê kiriye – New York Times

Li Sûriyeya Bakur, hêzên çekdar ên Tirkiye piştevana wan e bi balafirên

Ji Şama Şerîf Şeveka Beşarê Esad Ta Heta Mihemedê Malmîsanij û Berkenê Bereh

Şam’dan çıktığım akşama dedim Şam-ı Şerif.. Vê gotina ku bala Ahmet Hamdi