Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) “Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a meha Nîsanê” parve kiriye.
DFGê diyar kiriye ku di meha Nîsanê da Di raporê da hatiye gotin ku di qonaxa ber bi hilbijartina 14ê Gulanê de; ji çapemeniyê heta parastinê, ji hunerê heta siyasetê di gelek qadan da zext hatine zêdekirin. 27 rojnameger hatine desteserkirin û ji wan 5 jê hatin girtin.
Hûrgiliyên rapora DFGê yên meha Nîsanê wiha ne:
Binpêkirinên li dijî ewlehî û mafên jiyanî yên rojnamegeran
* Rojnamegerên bi êrişî rû bi rû mane: 4
* Rojnamegerên bi ser malên wan de hatine girtin: 13
* Rojnamegerên hatin desteserkirin: 27
* Rojnamegerên hatine girtin: 5
* Rojnamegerên rastî kiryarên xirap hatine: 2
* Rojnamegerên gef li wan hatiye xwarin: 2
* Rojnamegerên di şopandina nûçeyan de hatine astengkirin: 10
* Binpêkirina mafên rojnamegeran a li girtîgehan: 1
* Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin: 6
* Rojnamegerên hatine cezakirin: 2
* Cezayê girtîgehê: 3 sal, 4 meh û 17 roj
* Rojnamegerên darizandina wan didomin: Hejmara dosyayan 27, hejmara kesan 34
* Hejmara Rojnamegerên Girtî (ji 1ê Gulana 2023an heta niha): 86
* Cezayên RTUKê (Ji bo 4 kanalên cuda 3 cezayên pereyan ên îdarî hatin birîn)
* Hejmara cezayê sekinandina bernameyan: 4
* Sîteyên înternetê yên hatin girtin:1
* Nûçeyên hatin astengkirin: 88
* Naverokên Medyaya Civakî ên hatin astengkirin: 30”
Çavkanî: bianetkurdî
Akademîsyen Şehmus Kurt dê li ser ‘Perwerde û Hînkirina Kurdî li Tirkîyeyê’ biaxive25/04/202416:04 Perwîz Cîhanî dê li PCSyê “Mem û Zîn”ê şîrove bike25/04/202415:12 KSC dê 9emîn gotûbêja xwe li dar bixe25/04/202415:03 Stêrkek Xuricî ji nav Dilê Zarokatiyê25/04/202412:33 Amed – Zinarê Xamo dê gotûbêjekê bike25/04/202411:11