Dêya hevserokê DEM Partîyê Tuncer Bakırhanî, Îpek Bakirhanê wefat kir.
DEM Partîyê li ser hesaba xwe ya Xê peyamek belav kir û sersaxî kir.
“Em xemgînin ji ber wefata İpek Bakırhanê, dêya hevserokê me Tuncer Bakırhanî. Xwedê wê efû û aza bike û em sersaxîyê bo malbata wê dixwazin”
Li gorî nûçeya Rûdawê nûçegihanê wan Şewket Herkî ragihandîye ku ji ber wefata dêya Tuncer Bakirhanî civîna grûpa DEM Partiyê ya li parlamentoyê hatiye betalkirin.