Dêya Min, Kunte Kînte û Efrîqaya li Mala Me  

20/04/2024

Me behsa projeyên bendavan, şirketên rafinerî û madenan ên li ser axa kurdan kir. Serdestan hemû dewlemendî bi xwe re biribûn û hemû zerara ku didan xweza û civakê li pişta me bar kiribûn. Helbet me behsa otel û AVMyên luks jî kir ku yan li nîveka çol û beyaran yan jî li qerexa taxên xizan serî li asimanan xistine. Dêya min keniya û got ‘Eynî mîna Efrîqayê ye!”      

***

Ez zarok bûm. Bexçeyê xaniyê me hebû. Dêya min û hevalên wê bi roj li bexçeyî kar dikirin û di wexta behnvedanê de, li bin darekê xalîçeyek radixistin û diketin sohbeteke germ ku girîn û kenîn bi hev diketin. Rojeke sohbeta wan li ser rêzefîlma Koklerê bû. Dêya min bi hêrs û xemgîn behsa Kunta Kînte dikir, hevalên wê jî şirîkî huzn û elema wê dibûn. Ji ber ku zarok bûm min fehm nedikir ka behsa çi dikirin lê tê bîra min gava ku dêya min fîlm temaşe dikir pir xemgîn dibû û carinan dilopên hêstiran ji çavên wê hêdî hêdî dihatin xwarê û wê di ber xwe de dipispisand: “Mala minê! Eynî mîna me ne”. Ew cara ewil bû ku Efrîqa û Efrîqî bûbûn mêvanên mala me. Lê min fehm nedikir dêya min çawa ewqas bi derdên Efrîqayê re aşîna bû.

Çend sal şûnde Efrîqa dîsa bû mevanê mala me. Wê gavê di rêzefîlma Kole Isaura de. Fîlmê ku li Brezilyayê derbas dibû, behsa zeviyên Baronekî û koleyên wî yên Afrikî dikir. Dêya min her roj taştê dianî ber me û piştre wê rêzefîlmê xwe temaşe dikir. Ji ber ku zarok bûm zêde diyalog di bîra min de nemane lê rûyên wan koleyên xemgîn, qemçiyên li piştên wan diketin, stranên ku wekî çemê kul û keseran diherikîn, hêrs û îradeya wan a li dijî zilmê bandoreke mezin li ser min dihişt.  

Salên min ên lîseyê bûn. Li televîzyonê fîlma Cry Freedom [Qêrîna Azadiyê] hebû ku li ser jiyan û têkoşîna Steve Bikoyî, ya li Efrîqaya Başûr bû. Em gişt li ber televizyonê rûniştibûn. Dêya min hêj neketibû odeyê. Fîlmê bi vê sehneyê dest pê dikir: Serê sibehê zû ku mirov hêj di xew da bûn, leşkeran bi wesayîtên zirxî, êrişî taxên mirovên reş dikirin, xaniyên wan xera dikirin û gule bi ser wan de dibarandin. Tam di wê keliyê de, dêya min ketibû hundir. Li ber televizyonê li ser pêyan wisa matmayî ma û careke din ew çend kelîme ji lêven wê ketin xwarê û ji hev ket: “Xwedê! Eynî mîna me”. Di dawiya filmê de, dema ku navê wan kesan dihat xwendin, yên ku hatine kuştin, ku di raporên fermî de wekî ‘intixar’ dihatin qeydkirin, ji çavên dêya min ji bo her navekî dilopekê xwe berdida jêr û dêya min digot “Ma li cem me jî ne wisa ye?”

Gava min dest bi zanîngehê kir, min di hîşê xwe de, nexşeya cihanê ya nû çêkiribû ku hin welat ji yên din bêhtir nêzî hev bûn. Di nav rûpelan de, min li deriyên wan welatan dida bi hêviya ku em dîrokeke nû binivîsin ku ji aliyê Hegel û tilmîzên wî ve ew welat wekî ‘li derveyî dîroka dinyayê’ hatine hiştin. 

Sala min ya sisêyan bû li zanîngehê. Li televizyonê belgefîlma Alî Mazrûî a bi navê Efrîqa: Mirateya Sê Alî hebû [1].  Belgefîlmeke pir hêja bû. Asoya min derbarê kolonyalîzm, modernîzm û dij-kolonyalîzmê de berfirehtir kiribû. Belgefîlm ji neh beşan pêk dihat. Mazrûî Serencama parzemîna Efrîqayê di bin bandora sê hêzan de bi dest dixist ku wekî mîrate bi nav dikir: ‘Mîrateya Efrîqayê Binecih; Mîrateya Kolonyalîzma Ewropayê ya Kapîtalîst; Mîrateya Îslamê.’ 

Mazrûî di her beşekê de destpêk û guherîna wan mîrateyan û têkiliyên wan bi dîmen û wêneyên dewlemend pêşkeşî temaşevanan dikir. Di beşa çaremîn de ku navê wê ‘Amûrên Kolonizekirinê’ bû, di bin tesîra kolonyalîzmê de awayê modernîzmê analîz dikir. Ez li mal bûm û ez û dêya xwe, me ew beş bi hev re temaşe dikir. Di serê beşê de Mazrûi di nava çolê de oteleke luks û mezin nîşanî me dide. Gava li korîdorên otelê ber bi odayekê ve dimeşe dibêje ‘kakilê pirsgirêkê nîşanî we bidim’ derîyê odeyekê vedike û dikeve hundir. Li odeye klîma, televizyon, radyo her tişt heye. Piştre destê xwe datine ser radyoyê û bişkoka wê dizivirîne lê radyo naxebite. Piştre bişkoka televîzyonê û klimayê yek bi yek dizivîrine lê yek ji wan jî naxebite. Paşî dibêje ‘Ji resepsiyonê bipirsim gelo pirsgirêk di vê ode de heye?’. Destê xwe dirêjî telefonê dikir lê telefon jî naxebite. Piştre li ekranê dinêre û dikene. Piştre peyameke wiha dide ‘Ew der Efrîqa ye, li vir her tişt beravajî diçe, pêşketin jî. Beriya av û elektirikê klîma, televîzyon, radyo û muslixên zêrîn tên vir. Berî rêyê otelên pêncstêrk tên vê derê. Em bûn kiriyarên van hemî hilberên xerîdar, lê me şiyanên xwe yên afirîner winda kirin’ [2]

Gava dêya min ew otel dît ku hemî amûrên luks hene lê av û elektrîk tê de tûne bûn, pir hêvîşikestî û hêrs bû û got ‘Ewqas makineyên giran li ser axa wan dixebitin ma tiştek nakeve para însanan. Ewqas şîrket nîşandan çima ew qas xizanî heye?” Paşê sekinî û got: “Nahêlin ne wisa ye?” 

Piştre me behsa projeyên bendavan, şirketên rafinerî û madenan ên li ser axa kurdan kir. Serdestan hemû dewlemendî bi xwe re biribûn û hemû zerara ku didan xweza û civakê li pişta me bar kiribûn. Helbet me behsa otel û AVMyên luks jî kir ku yan li nîveka çol û beyaran yan jî li qerexa taxên xizan serî li asimanan xistine. Dêya min keniya û got ‘Eynî mîna Efrîqayê ye!”      

Jêrênot

[1] Ali Mazrui, The Africans: A Triple Heritage, https://en.wikipedia.org/wiki/The_Africans:_A_Triple_Heritage  

[2] The Africans: A Triple Heritage – Program 4: Tools of Exploitation https://www.youtube.com/watch?v=fNnN63hXLfo


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Serdar Şengül

Akademîsyen û lekolîner e. Derbarê neteweperiyê, teoriyên postkolonyal û rexneya edebiyatê de xebatan dike. Li ser van babetan nivîs û wergerên wî hene.

Te ev dîtıne?

Fûara Amedê – Weşanxaneyên kurdan herî zêde kîjan kitêb firotine?

4 xwendekarên ciwan yên beşa kurdî ya Dîcleyê, 4 hezkirî û peyrewên

Dîwarê Hosteyan û Pêlava Înan Eroglu

Di karên honakî de ji dêvla gotina rasterast, pêhesandin an jî nîşandana

Tirs

‘‘Barê me welat bû, rêça me dûr bû’’ û carna hêdî carna