Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Dewletê dest danîye ser mal û milkê 770 kes û weqfekê

25/12/2021

Bi biryara ku bi îmzeya Suleyman Soylûyê Wezîrê Navxweyî û Nûreddîn Nebatîyê Wezîrê Xezîneyê hatiye weşandin bi mebesta ku bi “terorîzm”ê re pêwendîdar in dest danîne ser mal û milkên weqfek û 770 kesan. Biryar di Rojnameya Fermî de ya bi dîroka 24ê Kanûna Pêşiyê hatiye weşandin. Hatiye ragihandin ku biryar li gorî “Kanûna Têkildarî Pêşîgirtin Li Fînansmanê Terorîzmê” ya bi hejmar 6415an girtine.

Kesên ku dest danîne ser mal û milkên wan weke bi FETO, PKK, DHKPC, MKP, TKPML, DKP, Hîzbûllah, DAIŞ, El Qeîde, El Nûsra, Rêxistina Tevgera Îslamî, Artêşa Qudusê “pêwendîdar in” hatine nişandan.

Ji kesên ku mal û milkên wan hatine cemidandin yên di kategoriya “FETO”yê de ne yên weke dozger, dadrês, rojnameger û polîs ku berê bi AKP û Erdogan re têkildar bûne, hene. Navê Adîl Oksuz jî di nav wan kesan de heye ku di 15ê Tîrmehê de derketibû pêş. Kesên ku mal û milkên wan hatine cemidandin yên ku di raya giştî de tên zanîn ev in:

 Zekeriya Oz, Tarik Toros, Adem Yavûz Arslan, Atalay Candelen, Cevheri Guven, Fikret Seçen, Osman Şimşek, Said Sefa, Sevgi Akarçeşme, Tuncay Opçin û Abdulkerim Balci.

Bi mebesta ku “girêdayî FETOyê”ye dest danîne ser mal û milkên Weqfa Nîagarayê jî.

108 kesên ku di lîsteyê de ne bi mebesta ku endamên PKKê ne dest danîne ser mal û milkên wan. Di nav de Nûrettîn Demîrtaş, Yuksel Koç û Eyyûp Dorû jî heye.

119 kesên ku di lîsteyê de ne weke ku têkiliyên wan bi Hîzbûllah, DAIŞ, El Qaîde, Rêxistina Tevgera Îslamî, Artêşa Qudusê û El Nûsra hatine nişandan.

89 kes jî weke ku bi rêxistinên DHKP/C, MKP, MLKP, TKP/ML, DKP/BOG û DEV-KAR pêwendîdar in dest danîne ser mal û milkên wan. Di nav wan de kesên nasraw yên weke İbrahim Çiçek, Ecevit Piroğlu, Şadi Ozpolat, Arslan Tayfun Ozkok, Mihraç Ural, Ziya Ulusoy, Mehmet Guneş û Birsen Ocak. 

Bianet kurdî*

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan