Dewleta Îranê dê bi kamerayan jinan bişopîne

09/04/2023

Li Îranê dewlet helwesta xwe ya li hemberî jinên cil û bergên wan ne li gorî rêgezên îslamî ye, tundtir dike.

Êdî dê bi rêya kamerayên ku li cihên giştî û li kolanan têne danîn wê jinên li welêt bêna şopandin.

Rayedarên dewletê wê binerin ku ka jin şarpeyan datînin serê xwe yan na.

Polîsan bang li esnafan jî kir ku balê bikşînin ser parêzbendiya pîvanên civakî.

Piştî ku li Îranê xwenîşandanên demdirêj ji aliyê dewletê ve bi tundî hatin tepisandin, di demên dawî de hejmara jinên ku ji bo protestokirina hikûmetê şarpeyan nadanîn serê xwe zêdetir dibe.

Li Welêt xwenîşandanên girseyî di Îlona 2022yan da piştî mirina Jîna Amînîyê dest pêkiribû.

Jina Kurd bi hinceta cil û bergên wê ne li gor usûlên îslamîye hatibû desteserkirin û kuştin.

Li gorî qanûnên şerîetê yên li Îranê, jinên li welêt neçar in porê xwe bipêçin û cil û bergên berbelav ên ku xêzên laşê wan dîyar nakin li xwe bikin.

Jinên ku bi van rêgezan tevnegerin dibe ku bi cezayê pereyan û heta girtinê jî rû bi rû bimînin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Sazkirina Sînoran: Hevsengkirina Jiyanê û Xurtkirina Têkilîyan

Weşana paşê

Hilbijartinên 2023yan: Dê di Parlementoyê da 14 partî hebin!

Te hay ji vê heye?

Sê jinên din jî hatin kuştin

Sê jinên din jî hatin kuştin

Weşanên Avestayê ‘Hikayeta Terziyekî û Çend Tiştên Din’ çap kir

Weşanên Avestayê kitêba Hikayeta Terziyekî û

Mêran di meha mijdarê da 35 jin kuştin

Mêran di meha mijdarê da herî

Jinên kurdan ji kîjan xwarinan hez dikin?

Çend roj berê hevalekî li encamên