DEVA ya Dîyarbekir: Axaftina Babacan tesîreke pozîtîf li xebatên me kir

DEVA ya Dîyarbekir: Axaftina Babacan tesîreke pozîtîf li xebatên me kir
DEVA ya Dîyarbekir: Axaftina Babacan tesîreke pozîtîf li xebatên me kir
Hasan Şale
  • 20 Aralık 2022 16:21

Serokê Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan hefteya borî bi axaftina xwe ya li Saraçxaneya Stenbolê ket rojeva sîyasî ya Tirkîyê. 

Babacan di axaftinê de dîyar kir ku ew wan nehiqûqîyên li Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, li sîyasetvan Selahattîn Demîrtaş hatiye kirin red dike û ew dijî wan qeyuman e ku dest danîne ser şaredarîyan. 

”Babacan berî Saraçxaneyê jî dijî nehiqûqîyê bû”

Serokê DEVAyê yê Dîyarbekir Cîhan Ulsen pirsên Botan Timesê yên ser axaftina Babacan bersîvandin. 

Ulsen dibêje ku Babacan ne tenê li Saraçxaneyê, berê jî li gelek cîhên din ew nehiqûqî bi lêv kirine. 

Li gor Ulsen, jiber ku Babacan ew axaftina li Saraçxaneyê li pêş girseyekê kiriye zêdetir ketiye rojevê. 

‘’Axaftina Alî Babacan tesîreke pozîtîf li xebatên me kir. Ji wê axaftinê vir ve bo karên me zêdetir bertekên erênî nîşan didin, em vê yekê dibînin.’’ Ulsen dibêje. 

Pozîsyona DEVAyê ya dijî qeyuman zelal e

Piştî dadgeheke Stenbolê li şaredarê wî bajarî Ekrem Îmamoglu bi zindan û qedexeya sîyasetê ceza li wî birî, tayînkirina qeyuman jî ket rojevê. 

Berî rewşa Îmamoglu bi qeyum di rojevê keve bi dehan şaredarîyên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku partîyeke pro-Kurd tê qebûlkirin, jiber tayînkirina qeyuman ji dest wê partîyê derketin. 

HDPê di hilbijartinên herêmî yên 2019an de 65 şaredarî bi dest xistibûn, lê heta niha li 48 şaredarîyên wê qeyum hatine tayînkirin. 

Ser qeyuman, Ulsen dîyar dike ku ew ji serî de li hember qeyuman disekinin û pozîsyona xwe li gor vê sekna zelal dîyar dikin. 

‘’Li herêmê, tayînkirina qeyuman tunehesibandina Kudan e. Divê şaredarî bi rêya qeyuman ve neyên rêvebirin, divê kesên ku hatine hilbijartin li ser şaredarîyan bin’’ Ulsen dibêje. 

”Li Dîyarbekir bi qasî 15 hezar endamên me hene”

Ulsen dide zanîn ku li Dîyarbekir bi qasî 15 hezar endamên DEVAyê hene û kesên ku nên bi azadîyê, û azadîyê jî bi nên nadin partîya Babacan tercîh dikin. 

Wer xuya ye, hin hezkirîyên Partîya DEVAyê yên li Dîyarbekir axaftina Babacan ya li Saraçxaneyê wek manîfestoyekê dibînin û bawer dikin ku ewê bi enerjîya domdar di hilbijartinê de bi rihetî benda %7 derbaz bikin. 

Meclîsa Tirkîyê bi 600 kursî ye û di halê hazir de bi tenê 1 miletwekîlê Partîya DEVAyê heye. DEVA di sala 2020an de bi pêşengîya Alî Babacan hat avakirin. Ew partîya lîberal di spektruma sîyasî de li merkez-rastê ye.