DEVA: Divê li Tirkîyeyê pênaseya hemwelatibûnê bê guhertin

  • 30/03/2023
DEVA: Divê li Tirkîyeyê pênaseya hemwelatibûnê bê guhertin Avakarê Partîya DEVAyê yê bajarê Amedê - Cîhan Ûlsen
Gulistan Korban Fotoğrafı

Gulistan Korban

30/03/2023

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Ji hilbijartinên giştî û ya serokkomarîyê ra 45 roj mane.

Partîyên sîyasî jî hêz dane xebatên xwe.

Dengê hilbijêrên Kurd jî wekî gelek hilbijartinan di vê hilbijartinê da jî biqîymet û stratejîk in. 

Partîyên sîyasî ji bo Kurdan çi wehd dikin û dê çi bikin? Di bernameyên xwe da çawa cîh didin Kurdan?

Li ser vê mijarê em her hefteyê li derîyê partîyeke siyasî ya li Amedê didin.

Vê hefteyê em bûn mevanên Partîya Demokrasî û Atîlimê (DEVA)

Avakarê Partîya DEVAyê yê bajarê Amedê Cîhan Ûlsen, li ser vê mijarê bersiva pirsên Botan Timesê dide. 

Ûlsen dibêje, “Dema li Amedê em dadikevin qadan em du pirsgirêkan dibînin. Ya yekemîn meseleya nasnameyê ye, ya duyem jî meseleyên Aborîyê ye.”

“Heta ku hûn wê çareser nekin…”

Dema em behsa pirsgirêka bêkariyê ya li Amedê dikin, dîsa meseleya Kurdan derdikeve pêşberî me.

Heta ku hûn meseleya Kurd çareser nekin hûn nekarin tu meseleyeke yê li Tirkîyeyê çareser bikin.

Tirkîye di nava 6 salan da ji hiquqê dûr ketiye û bûye wekî dewleteka polîsî.

Li vir niha hûn dest bavêjin kîjan meseleyê (Tendûrîstî, leşkerî, mafê mirovan, aborî) an jî bingeha wê bikolin ew teqez derdikeve ber bi meseleya Kurd an.

Em vê rastîyê dizanin û dibêjin, ‘heta ku ev çareser nebe hûn nekarin tu problemekê yê li Tirkiyeyê çareser bikin’.”

Cîhan Ûlsen

Ûlsen ji bo çareserkirina pirsgireka Kurdan jî 4 xalan rêz dike.

Ew dibêje, 

1- Divê di serî da hûn îradeya çareserkirina meseleyê nîşan bidin.

2- Mafê perwerdehîya zimanê zikmakî wekî her kesekî li Tirkîyeyê dijî mafê Kurdan e jî.

3- Divê em meseleya qeyuman jî ji holê rakin.

4-Ûlsen balê dikişîne ser xala 66an ya makeqanunê ku tê de dibêje “Her kesê ku bi hemwelatîbûna dewleta Tirk ve girêdayî ye, Tirk e.”

Ew dibêje, “Li Tirkiyeyê pênaseya hemwelatîbûnê pir leşkerî ye. Divê bê guhertin û pênaseyek ku her kesî di nav da dihewîne bê çê kirin.”

Partî çi wextî hatîye damezrandin?

Partîya Demokrasî û Atîlimê (DEVA) di 9ê Adara 2020yan da di bin serokatîya Alî Babacanî da hatîye damezrandin.

Di parlemana Tirkîyeyê da tenê parlementerekî wê heye ew jî Mustafa Yeneroglu ye.

Partî niha ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê amadekarîyê dike.

%d