Kovara Psychology Kurdîyê bi edîtorîya Abdulsıttar Özmen û Siyabend Aslanî destepirtûka “Rewşa Derûnî, Trawma û Alîkarî Piştî Karesatan” derxist. Ev destepirtûk bi piştgiriya Institut for Transcultural Health Science, BW, Stuttgart û Prof. Dr. Dr. Jan Ilhan Kizilhan hatiye çapkirin.
Bertekên derûnî yên piştî karesatan, agahdarkirina civakê derbarê karesatan, perwerdehîya derûnî ya piştî karesatan, stresa trawmatîk û bandora wê, rêbazên serederîkirina stres û rageşîyê, bertekên zarokan yên piştî erdhejê û bikaranîna made, derman û alkolê piştî trawmayên girseyî hin ji mijarên vê destêpirtûkê ne.
Psîkiyatrîst Azad Dildar, Psîkiyatrîstê Zarok û Kamilan Veysi Çeri, Pisporên Xizmeta Civakî Abdullatif Meşe û Gülperi Gündüz, Derûnnas Rozerîn Yıldırım, Samed Doğan, Siyabend Aslan Hasan Elçeoğlu û Hasan Öztürk Psîkoterapîst û Trawmatolog Pirşeng Omar Ahmad di amadekarîya vê destpirtûkê de cih girtine.
Hûn dikarin ji vê lînka jêr destpirtûkê daxînin: