Destpêkeke Şikeştî: Li Mehabadê Komara Edebiyatê 

Di du sed û pencî salên din de, gelek serwerên şareza ji nav kurdan derketibin jî dewlet ne bû para wan. Dewlet û ilm û hikmet, dewlet û edebiyat û huner ne hatin ba hev. Ji ber vê yekê li gelek deveran kurd mecbûr man ilm û hunerên xwe bêyî piştevaniya dewletekê li hemberî dewletan biafirînin. Sirgûn, koçberî, şer û pevçûnan her tim siya xwe dane ser berhemên wan.       

***

Ehmedê Xanî di destpêka Mem û Zînê de behsa şerê Rom û Eceman dike û behsa hindê dike ka wî şerê hanê çi zerar daye kurdan. Tehsîlkirina ilm û hikmetê bi kemilandina dîn û dewletê ve girê dide. Bilindkirina alaya edebiyata kurdî li banê gerdûnê, bi hebûna serweriyê ve girê dide ku ilm û şî’r li nik wî hêja ne. Ehmedê Xanî, di seranserê dîbaceya xwe de gazinda tunebûna wê serweriyê dike ku qimet dide huner û edebiyata kurdî [1].

Di du sed û pencî salên din de, gelek serwerên şareza ji nav kurdan derketibin jî dewlet ne bû para wan. Dewlet û ilm û hikmet, dewlet û edebiyat û huner ne hatin ba hev. Ji ber vê yekê li gelek deveran kurd mecbûr man ilm û hunerên xwe bêyî piştevaniya dewletekê li hemberî dewletan biafirînin. Sirgûn, koçberî, şer û pevçûnan her tim siya xwe dane ser berhemên wan.       

Lê di sala 1946an de li Rojhilatê, kurd jî bûn xwediyê dewletê, ji bo salekê be jî. Kurdan, bi qewlê Xanî tekmîl kiribûn dewlet lê gelo tehsil kiribûn ilm û hîkmet? Gelo alaya şî’ra kurdî bilind kiribûn li banê gerdûnê?  

Hejar Mukrîyanî, Qazî Mihemed, Hêmin

Du wêneyên ji wan rojan. Di yekî de Qazî Mihemed, Hêmîn û Hejar Mukriyanî, her sê tenê, li kêleka hevdu, li ser berfê di nav sir û seqemê de li ser pêyan in. Ji berfê tê fehmkirin ku rojên ewil ên Komara Kurdistanê ne. Ji şahiyê behtir huzn û endîşeyên wan li ber çavan e. Li ser berfa spî û li bin asmanê sayî tenêtiya wan behtir xuya dike. Çawa ku li bin asmanê ew sê kurd tik û tenê bûn, li dinyayê jî wisa bûn.  


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Di wêneyê din de Qazî Muhammed tevî serbazên xwe li meqamê xwe ye. Serbaz li paş in lê her du şa’îr Hêmîn û Hejar Mukriyanî li pêş bi Qazî Muhammed re mil bi mil in. Di her du wêneyan de jî wekî hevrê û hevalan, her sê jî di heman rêzê de ne. 

Hêmin, Qazî Mihemed, Hejar Mukrîyanî

Gava ku min Kenê Parsek a Hesen Qizilcî xwend ew her du wêne careke din hatin bîra min û bi pêşgotina Hêmin Mukriyanî hatin kemilandin. Hêmîn di pêşgotina xwe de bîranîneneke xwe bi Qazî Mihemed re parve dike û dibêje: 

Wekî ku niha li bîra min e û heya axê jî berdin ser çavên min ji bîra min naçe; rojeke sar û cemidî ya Mehabadê bû, bagereke sar dihat û gulokên berfê hildida… Min temaşe kir ku Pêşewa li ber hêwanê diçû û dihat û Rojnameya Kurdistanê di destê wî de ye, yek ji nivîskarên rojnameyê jî li cem e. Bi nêt bûm xwe veşêrim û bibihûrim. Wî ez dîtim û bangî min kir. Hê ez li dûr bûm wî got: “Ma te dîtiye Qizilcî çawa nivîsiye?”… Min got: “Belê, min dîtiye û bi rastî xweş dinivîse, lê kêm dinivîse”.

Li ser wê şiroveya Hêmin, Qazî Mihemed di bin lêvan re dikene, serê xwe dihejîne û bi riya du beytên Sa’dî Şîrazî wiha bersivê dide:

Min bihîstiye ku li Rojhilat

Di çil salê de şûşeyekê çêdikin

Li Merdeştê sedî di rojekê de çêdikin

Ji ber wê qîmeta wê wiha dibînin   

Piştre Qazî Mihemed dîsa berê xwe da Hêmin û dibêje: “Xwezî gelekên me yên wiha hebûyana!..” û berî Hêmin bersivê bidê, Qazî bixwe dibêje: “Ger em ji bo xwe bin, wê gelekên wiha ji nav me rabin.” [2]

Min gelek caran Qazî Mihemed wisa xeyal dikir ku ew li bin berfê, wexta ku  bagerên sar gulokên berfê hildide û rûyê wî radipeçê, ew li ser rojnameyê ye û di bedewiya çîrokekê de noq bûye. Ewqas ji çîrokê hez kiriye ku xwe ji bîr kiriye. Serokek di bin berfê de bi çîrokekê dikeve xewn û xeyalan… Çi bû ew xewn û xeyal?   

Hêmin di heman pêşgotinê de dibêje: 

Pêşewa, di dawiya rojên desthilatdariya xwe de bi nêt bû ku mamoste Qizilcî û çend şaîr û nivîskarên genc ên nûciwan bişîne derve -li gor baweriya xwe- da ku derdora xwe bibînin û tiştine nû fêr bibin… [3]

Lê mixabin Komara Kurdistanê hat rûxandin. Bi qewle Hêmin “hêlîna Kurdan gelek zû li wan xerabû; sîbera wan mirovên niştimanperwer, edebdost, hunerperwer û qedirzanên me ji ser me çû. Qizilcî û gelek şaîr û nivîskarên kurd bê enwa’ û bê alîkarî, dilsoj maye û ji ber zilm û zora rejîmê aware û derbiderî Ewrûpa bû [4].  

Kakşar Oremar di kitêba xwe ya li ser Komara Kurdistanê faaliyetên edebî û hûnerî yên wê serdemê wiha pênase dike: 

Herçiqas emrê Komara Kurdistanê kurt be jî bû dergûşa afirandikarî, nivîsandin, bizavake nû ya edebî û rewşenbiri ya kurdî. Ji bo weşanên kurdî Çapxaneya Kurdistanê hat avakirin. Ji aliyekî rojname û mehnamayek siyasî ya bi navê ‘Kurdistan’ û du kovarên çandî û ferhengî bi navên ‘Hawarî Niştîman’ û ‘Helale’ hatin weşandin. Yekemîn car li Mizgefta Sor xutbeya nîvêja roja înê kurdî tê birêvebirin. Di 10.01.1946ê de çêkirina heyetekê ji guherandina peyvên biyanî bo ser zimanê kurdî ku berê ji nav û ser vanên hezên Pêşmerge dest pê kir, bo nimune: nîzamnane/rê w şiwên; Herb/şer; Teilîmat/Fêrbûn; Encam/Pêkhênan û hwd. Di meha Gulanê de Pirtûkxaneya Mîllî hatin avakirin, di meha Hezîranê de Radyoya Kurdîstanê dest bi kar kir. Sînemaya gerok û lîstikên şanoyê bandorek mezin di şiyarkirina hestên netewî de çêkir. Di wan salên azadî û bextewariyê de sê şano hatin pêşkeşkirin û nîviskarê yek lîstikê bi navê ‘Selahedîn’ Qazî Mihemed bi xwe bû. Da ku nivîsin û xwendina bi zimanê zikmakî  bi pêşkeve Qazî Muhammed bi riya wezareta perwerdeyiyê dest bi vekirina xwendingehên kurdî kir û banga hatina mamosteyên kurdî ji parçeyên din kir. [5].  

Çend sal şûnda gava min kitêba Pascale Casanova ya Komara Edebiyata Cihanî xwend ew her du wêne û Komara Kurdistanê careke din hatin bîra min. Casanova di kitêba xwe de behsa  paytextên edebiyatê dikir ku hemû li Ewropa û li Dewletên Yekgirtî yên Emerikayê bûn. Lê Casanova cih nedida şîdetên kolonyal ku di avakirin û xerabkirina wan paytextan de rol girtiye. Lewma gelek paytextên li ser sînorên dinyayê di nav şerî da ne da ku li nexşeya dinyayê cihekî ji xwe re çêkin li derveyî dîroka edebiyata cihanê mane.   

Gelo em dikarin Komara Kurdistanê wekî Komara Edebiyatê jî pênase bikin? Ger wisa be, em çawa Komara Edebiyatê ya Mahabadê li nav Komara Edebiyatê ya Cihanê bi cih bikin?   

Jêrenot

[1] Remezan Alan, Di nav Lepê Şîroveyan de Mesnewiyeke Mîstîk, Bendname, Peywend, 2013.

[2] Hêmin Mukriyanî, ‘Pêşek’, Hesen Qizilcî, Kenê Parsek, rr. 10-11.  

[3] hbr., r.10.     

[4] hbr., r. 11. [5] Kakşar Oremar, Yadîgarên Komara Kurdistana Sala 1946’an-1, Sîtav, 2019, r. 144-148.

Nivîskar/rojnameger
Serdar Şengül
Serdar Şengül
Akademîsyen û lekolîner e. Derbarê neteweperiyê, teoriyên postkolonyal û rexneya edebiyatê de xebatan dike. Li ser van babetan nivîs û wergerên wî hene.