Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Destpêka Deftera Zazakî û Zazano

18/10/2024
Deftera Omer Faruk Baranî

Zazakî, ew zimanê ku gorey gelek kesan li ber sikratê ye bi salan e meraqeka min ya mezin e, lê wer nebû qismet, fersend bi dest min neket ku ez xwe bidim ber û wê rind bielimim.

Çend caran min nîyet kir jî, min xwe li xwendin û nivîsîna bi Zazakî ceriband, bes îş-mîşên din tim kirin ku ez wî zimanê ku bi bîhistinê bi min pir xweş tê bihêlim war û wexteka din di heyata xwe de.

Payîza 2024an, min got heta ez bi xwe bi destê xwe zemên û zemînê çênekim, Zazakî berê xwe nade zimanê min, nê. Loma min got, nola Zazayekî rûdine xwe dide ber Kurmancî û dielime, ez jî rûnim xwe bidim ber, bala xwe bidim ser, Zazakî bielimim û êdî hesreta vî zimanî ji zikê xwe derxim.

Zemanê ku ez li Sirûcê mezin bûm, xêncî daîreyên dewleta bi Tirkî ziqaq-bazar, mal-mehele her der tam bi Kurmancî bû; ti kesî Zaza, ti dengekî bi Zazakî tunebû bi qasî min didî û dibihîst.  Lê ji çi ye nizanim, nikanim teyît û tesdîq bikim, bi min wer tê, bi min wer tê ku îz û şopên Zazayan mane di Kurmancîya me ya Sirûcî de.

Defter û qelemeka Perxudres Podcastê, 2024.

Çito ku ez îro her çiqas bi erf û edet û toreyên xwe Misilmanekî Henefî me lê di rabûn û rûniştina xwe de îzên Êzîdî û Elewîyan dibînim, di Kurmancîya xwe de jî bi wî şeklî tesîra Zazakî dibînim, ku nabînim jî hîs dikim.

Seba xatirê dîtina detayên wan îz û şopan ez dikim jibo Zazakî deftereka nû vekim. Di vê defterê de, Kurmancekî nola min î Zazakînezan di elimîna wî zimanî de çi dibîne çi nabîne, ji çi hez dike ji çi hez nake, li kê rast tê, çi dixwîne çi naxwîne ez dikim her tiştî qeyd bikim û vê prosesê bi rêka Perxudres Podcastê ragihînim.

Nasekinim, dereng naxînim, dirêj û pahn nakim û destpê dikim: Min nav Zazano applîkasyonek danî telefona xwe. Zazano, bi Zazakî – Tirkî ferhengeka dijîtal e. Ferheng bi kelîmeyên Grûba Xebatê ya Vateyê hatiye hazirkirin.

Kordînatorê Zazano Mutlu Can di roportajekê de dibêje wan aplîkasyon bi sponsorîya Orhan Kayayê ji Xozatê çêkiriye. Sezgin Fırat edîtorî kiriye bo applîkasyonê û Mesut Bilir jî mihendîsî.

Logoya Zazano

Gorey gotina Mutlu Can, wan seba şixulandina ferhengê li ser navê Grûba Xebatê ya Vateyê ji Malmîsanij îzin sitandiye. Zazano, ku kar û kedeka kolektîf e, jibo Zazakî fayde û fonksîyonên xwe fireh bike, zehf zêde bike bê pere ye.

Min di applîkasyonê de ji Testê Çekuyan hez kir. Testê Çekuyan, yanî Testa Kelîmeyan. Di Testê Çekuyan de bi Tirkî û Zazakî kelîme derdikevin û mehneyên wan têne pirsîn. Ferhenga dîjîtal bi vî şeklî ken û kêfêkê çêdike. Bi xêra vê testê ez elimîm ku bi Zazakî ji ‘‘dedikoducu’’ya bi Tirkî re dibêjin ‘‘qelqele’’, ‘‘qelqele’’, ewên xeybetê dikin yanî. Dîsa bi xêra applîkasyonê ez ‘‘fekfuzulî’’yê jî elimîm, ‘‘fekfuzulî’’, ji geweze û çenebazan re tê gotin.

Foto: Riverside

De ez jî fuzulî şorê nekim û deftera xwe ya Zazakî li vir bigirim, heta ez wê royeka din dîsa bi hez û heyecan vedikim, bi xatirê min, bi xatirê we Kurmancno û Zazano.

BÎBLÎYOGRAFYA

Zazano, 2024

Applîkasyonê ferhengê Zazakî “ZAZANO” amade yo, zazakîNEWS, 2024

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Ji xwendina kitêban, ji keşfkirina muzîkan hez dike û ji çavan yekî wî li fîlman yekî wî li fotografan e. Baran li İstanbul Teknik Üniversitesiyê, li İstanbul Üniversitesiyê û li Dicle Üniversitesiyê, mihendisî, hiqûq û sosyolojî xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Wî 2011an bi şiîra nav ‘’Bîrêmjar'', 2012yan bi çîroka nav ''Zênebej'' xelat sitandine. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de dixebite. Wî fanzîneka fotografîyê ya nav ''flashhilat'' ya 16 hejmarî derxistiye. Kitêbeka wî ya şiîran heye û nav ''Şeveke Îstismar'' romankek jî nivîsîye. Kurtefîlma wî ya nav ''Tercûme'' ya sala 2022yan li festîvalên navneteweyî xelat wergirtine. Ji Adara 2022yan vir ve her Pêncşem di saet 5:50 pm de li Perxudres Podcastê podcastên ser kultur, sanat û edebîyatê diweşîne. Wê podcastê sala 2022yan xelata rojnamegerîyê sitandiye. Baran lî Diyarbekirê dijî. Adresa wî ya mektûban: Posta Kutusu 5, Suriçi PTT - Diyarbekir. [email protected]

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û

Axiftina Alî Duran Topuz a li Parlamentoya Ewropayê

Alî Duran Topuz Birçîbûna Herêmê: Ji Çîrokekê Heta Rastiyê Di çîrokeke Qoçgîrîyê