Gelo zanyar bi rastî jî, ji bo başiya me dibêjin: “bi şev zû rakevin û serê sibê zû rabin” an ji bo em serê sibê zû rabin û herin ser karê xwe? Gelo her roj vexwarina 4-5 fîncan qehwe me ji pençeşêrê diparêze an tîcareta qehweyê diparêze? Gava psîkolojî dibêje, asosyalbûn tiştekî nebaş e, sosyal bibin, gelo bi rastî jî me difikire an berdewamiya civakê û hilberîna civakê difikire?
***
Zanista Sedsala 20an, ku wek Zanista Pozîtîvîst tê binavkirin, bi lêkolîn û hilberînên xwe, roj bi roj qada xwe berfirehtir dike û girîngiya xwe zêdetir dike. Welatên pêşketî, ji bo ku ji vê geşedana zanistê bêpar nemînin, xebatên zanistî ji nêz ve dişopînin. Ji bo xebatên zanistî, budçeyên mezin vediqetînin, polîtîkayên nû hildiberînin. Li gelek welatan, ji bo xebat û polîtîkayên zanistî, wezaretên zanistê hatine lidarxistin. Xebat û pêşketina zanistê, ji bo welatan çima ewqas girîng e? Ji bo başî û xweşiya hemwelatiyan? Ji bo pêşketinê? Ji bo ku li paş welatên din nemînin? Çima ewqas girîng e?
Fîlozofê Sedsala 20an Michel Foucault, ji van sedeman yekî jî qebûl nake. Li gor Foucault, rêvebirên welatan, yanî îqtidar, ji bo hêz û desthilatdariya xwe ya li ser mirovan zêdetir bike, girîngiyê dide zanistê. Li vir, nêrînên Foucault yên li ser têkiliya di navbera îqtidar û zanistê de derdikevin pêşberî me. Her dewlet, wek hêzeke mezin, ji bo îdareya mirovan, îqtidarê bi kar tîne û îqtidarê bixwe temsîl dike. Li gor Foucault, di sedsala 20an de, bi guherîna şert û mercên cîhanê, îqtidarê jî xwe guherandiye û bi şiklekî cuda hêza xwe nîşanî mirovan daye. Di sedsala 19an de, bi Şoreşa Endustriyê, gelek guherînên mezin derketine holê. Mekîneyên nû hatine îcadkirin, febrîqeyên mezin hatine avakirin û bi vî awayî şiklê hilberînê, bi temamî guherîye. Guherîna hilberînê, bi xwe re sîstema aboriyê jî guherandiye û sîstema kapîtalîzmê, wek sîstemeke nû, di aboriya cihanê de, hêza xwe mezintir kiriye. Sîstema kapîtalîzmê, li ser hilberînê xwe ava dike û bi hilberînê mezin dibe. Pêvajoya hilberînê, bi xwe re pêdiveyeke nû derdixe holê: Hêza mirovan!
Li gor Foucault, piştî van guherînan, îqtidar jî xwe diguherîne û bi şiklekî nû hêza xwe nîşanî me dide. Îktîdara nû, ji boku hilberînê zêdetir bike û sîstema kapîtalîzmê xurttir bike, girîngiyê dide mirovan. Ji bo ku di nav pêvajoya hilberînê de hêza mirovan zêdetir bi kar bîne, li ser mirovan, polîtîkayên nû diafirîne û bi van polîtîkayan, mirovan diguherîne. Ev pêvajoya guherînê ku ji aliyê îqtidarê ve hatiye afirandin, Foucault wek “bîo-îqtidar” bi nav dike. Li gor Foucault, kontrola li ser jiyan û bedena mirovan, di bîo-îqtidarê de, armanca sereke ye.
Ew têkiliya ku di navbera zanist û îqtîdarê de, li vir xwe nîşanî me dide. Li gor Foucault, îqtidar ji bo ku bikaribe bi rehetî mirovan biguherîne û desthilatdariya xwe zêdetir bike, zanist û polîtîkayên zanistî pirr bi kar tîne. Helbet ev di carekê de nabe. Di vê pêvajoyê de îqtidar, pêşiyê rastî û girîngiya zanistê derdixe pêş û bi vî awayî di hişê mirovan de, baweriyeke mezin li ser zanistê çêdike. Dû re jî, bi rêya zanînên zanistî jiyana mirovan li gor xwe diguherîne ku ev zanîn wek zanînên teqez û zanînên herî rast tên qebûlkirin. Li gor Foucault, îqtidar di vê pêvajoyê de, zanistê wek amûrekî mezin û girîng bi kar tîne. Polîtîkayên ku dixwaze li ser jiyana mirovan bimeşîne, bi rêya zanistê, wek “tiştekî baş û pêdiviyeke mezin” nîşan dide û bi vî awayî berê mirovan dide van guherînan. Li ser vê mijarê, em dikarin li dema Pandemîya Coronayê binêrin. Di pandemiyê de, gelek welat, ji bo “başiya mirovan”, derketina derve qedexe kirin, ji bo bikaranîna maskeyê qanûn derxistin, çûn û hatina nav bajaran qedexe kirin û aşî li ser mirovan ferz kirin. Li gelek welatan, li hemberî van polîtîkayan, bi hezaran kes daketin kolanan û nerazîbûna xwe nîşan dan. Lê parastina hemû dewletan wek hev bû: “Em li gor zanistê tevdigerin û ji bo başiya we dixebitin!” Li gor gelek mirovan, ev polîtîkayên pandemiyê, rê li ber azadîyê digirtin. Û ji aliyeke din ve jî, bikaranîna maskeyan û bikaranîna derman û aşiyên hîn encamên wan baş nehatine diyarkirin, li ser bedenên xwe wek mudaxaleyekê didîtin. Lê îqtidar weke ku bêje, kontrola bedenê we ne aîde we ye, bi qanûnan hêza xwe nîşan dida.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Li gor Foucault, yek ji zanistên herî zêde ji aliyê îqtidarê ve hatiye bikaranîn, psîkolojî ye. Psîkolojî, wek zanisteke pozîtîvîst, li ser tevgerên organîzmayê (zindiyan) dixebite. Bi pêşketina psîkolojiyê, îqtidar êdî berê xwe dide tevgerên mirovan. Îktîdara ku heya sedsalên 18-19an mirovên sûcdar li meydanên bajaran dikuştin û ew ji holê radikirin, êdî sîstema cezakirinê diguherîne. Mirovên sûcdar êdî bi îdaman nayên kuştin. Ji aliyê dewletê ve tên terbiyekirin, dîsîplînekirin. Ji bo viya jî mekanên taybet tên avakirin: Girtîgeh. Foucault di pirtûka xwe ya bi navê “Avakirina Girtîgehan” de, li ser vê guherînê disekine. Bi pêşketina sîstema kapîtalîzmê, îqtidar êdî ji bo cezakirinê, mirovan ji holê ranake; di mekanên taybet de wan diguherîne, dîsîplîne dike, terbiye dike û ji bo hilberînê, wan dîsa vedigerîne nav civakê. Helbet ev mekan ne tenê girtîgeh in. Ji bo kontrola li ser mirovan girtîgeh, dibistan, nexweşxane û gelek mekanên aîdê dewletê, bi awayekî sîstematîk tên bikaranîn û mirovan li gor polîtîkayên dewletan diguherînin. Bi vî awayî jî, îqtidar mirovan bi hêsanî dikarin kontrol bikin û desthilatdariya xwe zêdetir bikin.
Li gor têkiliya di nav zanist û îqtidarê de divê em viya bipirsin: Gelo zanist qadeke serbixwe ye an di bin emrê îqtidarê de ye? An jî, zanista ku ji aliyê dewletan ve tê fînansekirin, çiqas dikare azad be? Li gor Foucault, zanîn, ji bo berdewamiya îqtidarê, amûrekî girîng e. Îktîdar bi hilberîna zanînan, kontrola xwe ya li ser mirovan zêdetir dike û bi vî awayî, desthilatdariya xwe zêdetir dike. Wê çaxê em çawa baweriya xwe bi zanistê bînin? Gelo zanyar bi rastî jî, ji bo başiya me dibêjin: “bi şev zû rakevin û serê sibê zû rabin” an ji bo em serê sibê zû rabin û herin ser karê xwe? Gelo her roj vexwarina 4-5 fîncan qehwe me ji pençeşêrê diparêze an tîcareta qehweyê diparêze? Gava psîkolojî dibêje, asosyalbûn tiştekî nebaş e, sosyal bibin, gelo bi rastî jî me difikire an berdewamiya civakê û hilberîna civakê difikire?
*Ev nivîs, dewama nivîsên “Rastiya Zanistê” û “Bikaranîna Zanistê” ye
- Sala 1986an, li Diyarbekirê, li Taxa Elîparê hatîye dinyayê. Li zanîngehê beşa felsefeyê qedandîye û niha mamosteyê felsefeyê ye. Li ser edebiyata zarokan û felsefeyê dixebite. Sê pirtûkên wî yên çîrokên zarokan çap bûne: Qesra Spî (Avesta), Dara Sêvê (Avesta) ,Stêrka Piçûk -Heşt Çîrok Bo Gêncan(Avesta) Çîrokên wî di kovarên Bar û Nûbiharê de belav bûne. Herwiha nivîsên wî yên li ser felsefeyê di kovarên Felsefevan, Bar Helbest, Dadistan û Sûretgrafê de belav bûne. Yek ji amadekarên podcasta Qehwe û Felsefeyê ye.
Weşanên dawiyê
- Nivîskar05/09/2024Desthilatdariya Zanistê
- Nivîskar22/08/2024Bikaranîna Zanistê
- Nivîskar09/08/2024Rastiya Zanistê
- Nivîskar25/07/2024Demsalek li Sakaryayê