Wext, têgeheke ewqas girîng û balkêş e ku, gelek caran, ji gelek aliyan ve serê me tevlîhev dike. Bi pirsên giran, hişê me dibetilîne. Wext çi ye? Çawa diherike? Wext tiştekî xwezayî ye yan çêkirî ye? Em di nav kîjan wextê de dijîn? Pîvana wextê çi ye? … Ev pirsên di nav beşa “Felsefeya Wextê” de cîh digrin, bi xwe re pirsên nû ava dikin û rê li ber nîqaşên nû vedikin. Lê di nav van pirsan de, pirsek heye ku, piralîbûn û kûrahiya wextê zêdetir derdixe pêşiya me: Wext kînga dest pê kiriye?
Susan Buck-Morss, di pirtûka xwe ya “Year 1: A Philosophical Recounting” de, bala me dikşîne ser destpêka wextê. Li gor Buck-Morss, destpêka wextê, ne tenê meseleyeke dîrokî ye. Wext ji alîyekî ve mijareke îdeolojîk e û divê li gor polîtîkayên global bê nirxandin. Morss, ji ber van sedeman, “mîlad” a ku wek destpêka wextê hatiye nîşandan, wek amûra avakirina hegemonyayeke dîrokî û çandî hatiye nirxandin
“Teqwîma Mîladî”, niha li dinyayê, teqwîma herî berbelav e û li dinyayê wek pîvaneke hevpar tê qebûlkirin. Her millet, ji bo pîvana wextê, li gor çand û jiyana xwe, pîvanên cuda diyar kirine. Gava em li dîrokê dinêrin, em rastî teqwîmên cuda tên. Her teqwîm, bi xwe re, destpêkeke cuda û li ser jiyanê hişmendiyeke cuda ava dike. Her sal, gava ku “sersala mîladî” tê, mezinên me dibêjin: “li gor hesabê me kurmanca, hîn sêzdeh roj mane”. Ev rasterast nîşan dide ku, hesabê me û hesabê wan ji hev cuda ne, destpêka me ji hev cuda ye. Di meha Remezanê de, li gor Teqwîma Hîcrî ya ku li gor hîvê hatiye amadekirin, em navê mehên Erebî dibihîsin, dîrokên ji teqwîma mîladî cudatir dibînin. An jî di teqîma Çînîyan de, em pergaleke cuda dibînin û bo mehan navên cuda dibihîsin. Em dikarin van mînakan zêdetir bikin. Lê pirsa me ya girîng ev e: Ligel ewqas cudahiyan, teqwîmek çawa li dinyayê belav bûye û hemû mirov çawa ketine nav wextekî hevpar? Mîlad çi ye û ji bo çi di hemû dinyayê de wek destpêk tê qebûlkirin? Çi taybetmendiya “Teqwîma Mîladî” heye ku, li hemû dinyayê hatiye qebûlkirin? An jî dane qebûlkirin!
Teqwîma Mîladî ya ku niha li dinyayê tê bikaranîn, di dema Dewleta Romayê de, li ser daxwaza Împarator Jul Sezar ve hatiye amadekirin. Ev teqwîma ku bi navê “Teqwîma Julyen” tê zanîn, di sedsala 16. de, li ser daxwaza Papa Geregoriusê XIII. Ji nû ve hatiye sererastkirin û wek “Teqwîma Gregoryen” hatiye binavkirin. Roja çêbûna Pêxember Îsa, di Teqwîma Gregoryen de wek destpêk hatiye qebûlkirin. Loma ev teqwîm, wek “teqwîma mîladî” jî tê zanîn û binavkirin.
Li gor Buck-Morrs, ev mîlada ku wek destpêka wext û dîrokê tê qebûl kirin, rasterast tahakkuma li ser cudahiya çandî nîşanî me dide. Çanda Rojavayê (Ewropa), bi vê teqwîmê, Xiristiyaniyê wek destpêkeke nû nîşan daye û bi belavbûna Teqwîma Mîladî jî, ev destpêk li hemû dinyayê hatiye qebûl kirin. Ji ber vê sedemê, Teqwîma Mîladî herçiqas wek pîvaneke objektîf xuya bike jî, rasterast amûreke îktîdarê ye. Vê îktîdarê hegamonyaya xwe ya dîrokî û çandî bi rêya teqwîmê belav kiriye û di hişê hemû mirovan de, “wektekî gerdûnî yê hevpar” amade kiriye. Bi vî awayî, milletên li gor teqwîmên xwe yên çandî û dîrokî dijîn, ji nav “wextê xwe” derdikevin û dikevin nav” wextekî hevpar” . Bi teqwîmeke nû re jiyana xwe diguherînin, hesabê xwe yê li ser wextê diguherînin. Navê mehên xwe ji bîr dikin, navê stêrk û bayên guherîna demsalan nîşan didin ji bîr dikin. Ji ber ku hemû karên fermî li gor teqwîma îktîdarê dimeşin, bi guherîna teqwîmê re, mirov pergala jiyana xwe diguherînin, nîşane û sembolên di nav teqwîma xwe de cih digrin ji bîr dikin û dawiya dawî di nav çandeke cuda de cih digrin. Wek mînak, li cem me kurdan (an li cem gelek milletên bi çandiniyê re mijûl dibin), zewac û dawet, piranî di payizê de dihatin danîn. Lê niha li gor “Teqwîma Mîladî”, di hişê me de, wextê dawetan hat guhertin. Payîz, di “Teqwîma Mîladî” de, wek dawiya betlaneyê û destpêka dibistanê cîh girt. Loma wextê dawetan jî, ji payîzê derbasî havînê bû. Ev guherîn tenê, bi xwe re tunekirina çandeke mezin tîne. Bi guherîna wextê dawetê re, ew taybetmendiyên li çanda me zêde bubûn hêdî hêdî ji holê radibin û bi zora teqwîma fermî, “çandeke hevpar” tê avakirin.
Piştî van mînakan, gelo em dikarin teqwîman tenê wek amûrên pîvana wextê bibînin? Gelo em dikarin dev ji teqwîma hevpar berdin û “li gor hesabê me kurmancan” bijîn?

Dê berdewamîya vê nivîsê jî hebe…
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.