Dersdarên Kargehên Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal kî ne?

Botan International dê bi piştgirîya Fona Demokrasîyê ya Ewropayê (EED) 27-28-29ê Cotmehê, bi awayekî Online, 8 Kargehên Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal pêk bîne. Dersdarên kargehan ev in.  

Ali Duran Topuz: Kargeha Birêvebirîya Medyaya Dîjîtal

Ali Duran Topuz di sala 1967ê de li Sivasê ji dayik bûye. Wî li Zanîngeha Stenbolê Beşa Hiqûqê xwendiye. Ji sala 1994an ve ew li gel parêzerîyê jî di gelek radyo û rojnameyan de jî xebitiye. Di avakirina rojnameyên Akşam û Radikalê de jî cîh girtiye û di Radîkalê de gerînendetîya karên nivîsê kiri. Di Radyo Sputnik û IMCyê de pêşkêşvanîyê kiriye. Her weha ew di gelek kovaran de jî li ser hiqûq, jiyana xebatê û sîyasetê jî dinivîse û berpirsê kanala “artigerçek” ê ye. Pirtûkek bi navê “Rû û Kûr” (Avesta) derxistiye.

Hozan Adar: Kargeha Edîtorîya Medyaya Civakî

Di sala 1991ê de li Mêrdînê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Ragihandinê qedandiye. Li heman zanîngehê mastera xwe li ser Rojnamegerîya Dîjîtal û Medyaya Nû kiriye. Li Akademîya Medyaya Civakî ya Zanîngeha Kadir Hasê wek asîstan ders da. Li zanîngeha Poynter News li ser “Pêşveçûna Rojnamegerîyê”, li Zanîngeha Michigan “Rojnamegerî”, li Zanîngeha Londonê “Dîplomasîya Global” û di çarçoveya Projeya Rojnamevanîya Facebookê de “Rojnamegerîya Dijîtal” perwerde dît. Di TRT 6, Bloomberg, Reportare, Directside, Ruptly, Getty Images, Vice News, Inside Turkey, Podcast Kurdî, Kurdistan24 û gelek sazîyên medyayê ya neteweyî û navneteweyî de wek edîtor, nûçegihan û Şêwirmendê Medya Civakî kar kiriye. Ew wekî freelance Şêwirmendîya Medya Civakî dike. Ew wekî freelance bi Facebook/Meta re dixebite. Endamê Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ), Sendîkaya Rojnamegerên Tirkîyeyê (TGS) û Cemîyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (GGC) ye. Ew gihîşt fînala Pêşbazîya Wêneyên Drone ya Navneteweyî ya Siena ku li İtalyayê hate lidarxistin û xelatek rûmet wergirt. Di pêşbirka Rojnamegerên Serkeftî yên Salê ya Cemîyeta Rojnamegerên BaşûrRojhilat de hêjayî xelatê hat dîtin.

Ferid Demirel: Kargeha Hazirkirina Hevpeyvînan


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Edîtorê bianet kurdiyê ye. Ji Zaningeha Marmarayê, ji beşa Rojnamegerîyê derçûye. Li Zaningeha Marmarayê di beşa Rojnamegerîyê de masterê dike. Di rojnamaya Birgünê, Dicle Haber Ajansı (DİHA), Dem Tv, Rûdaw Tv û Sputnik Kurdistanê de wek nûçegîhan, edîtor, gerînendeyê nûçeyan û şef edîtor kar kiriye. Yek ji nivîskarên “E- Kitêba Rojnamegerîya Kurdî a Dijîtal”, “Ferhengoka Kurdî-Tirkî ya Nûçegihanîya Zayenda Civakî” ye. Nivîseke wî ya lêkolînê di pirtûka “Haber Analizi ve Arşiv İncelemeleriyle Türkiye’de 9 Gazete” de hatiye weşandin. Li bianetê û Botan Internationalê, di Kargehên Medyaya Kurdî de dersên dîroka çapemenîya kurdî, rojnamegerîya mafparêz û hevpeyvînan daye. Pirtûkek bi navê “Guldesteyek ji Baxê Rewanê” (Sor Yay.), yek jî bi navê “Çîrokên Şêwra Ermenan” (Cervantes Yay.) derxistiye. Xwedîyê Xelata Rojnamegerîyê ya Mûsa Anterî û Rojnamegerên Çapemenîya Azad (di beşa nûçeyên kurdî de) yê sala 2023yan e.

Semiha Yıldız: Kargeha Teknîkî ya Çêkirina Podcastan

Semiha Yıldız dı sala 1994an de li Şirnexê ji dayîk bûye. Li zanîngeha Înönüyê beşa Mamostetîya Komputernasîyê xwendiye. Li Zarok TV’yê 3 salan anîmatorî xêzefîlm û klîban kiriye. Wê derhênerî û anîmatorîya 2 fîlmên Anîmasyonî yên bi navê “Cûdîyê Miradan” û “Botan” ê kiriye. Ji festîvalên fîlman ya Hamburg, London û Îfsakê xelatên anîmasyona herî baş standiye. Ew wekî freelance li gelek cihan edîtorîya vîdoyan kiriye. Ew aniha li Botan Internationalê berpirs û edîtora beşa Botan Podcastê ye.

Kadri Esen: Kargeha Birêvebirîya Rojnameyan

Di sala 1989’an de li gundê Fêra yê navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe Fêra, dibistana navîn û lîseyê li navçeya xwe Farqînê xwendiye. Di navbera 2009-2013’an de li bajarê Xarpêtê, beşa Têkilîyên Gel û Danisînê ya Fakulteya Ragihandinyê ya Zanîngeha Firatê xwendiye. Piştî salek ku ji zanîngehê mezûn bûye yanî di sala 2014’an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamegerîyê kiriye. Piştre bi dorê li rojnameyên mîna Ozgur Gundem, Azadîya Welat, Rojeva Medya, Welat, E-Rojname, Ajansa Mezopotamya (MA) xebitiye û rojnamegerî kiriye. Niha jî Xwedîyê Îmtîyazê yê Rojnameya Xwebûnê ye û weke edîtor û gerînendeyê giştî yê weşanê li rojnamê dixebite û rojnamegerîya xwe bi kurdî didomîne.

Sertaç Kayar: Kargeha Wênegirîya ji bo Nûçeyan

Rojnamevan û wênegir e. Di sala 2006 de dest bi rojnamegerîyê kiriye. Di gelek sazîyên çapemenîyê yên neteweyî û navneteweyî de xebitî. Kayar, di beşa wêneyan de bi Reutersê xebitî û gelek wêneyên wî weke wêneyên salê hate hilbijartin. Wêneyên wî di sazîyên navdar yên çapemenîyê weke The Times, The Guardian, Der Spiegel, Die Welt, Lemonde, BBC de hatine weşandin. Wêneyên Kayar, di gelek pêşengehên navteweyî de cîh girtine. Di Pêşbirka Xelata Rojnamegerîyê ya Metîn Goktepe û Pêşbirka Rojnamegerên Serkeftî ya Cemîyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilatê de di kategorîyên wêneyan de xelata yekem wergirt. Kayar, aniha bi Sputnik re kar dike û zêdetirî 2 mehane di grevê deye. Endamê Cemîyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat û rêvebirê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkîyeyê ye.

Omer Faruk Baran: Kargeha Hazirkirina Naverokên Podcastan

Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Baran li İstanbul Teknik Üniversitesiyê, li İstanbul Üniversitesiyê û li Dicle Üniversitesiyê, mihendisî, hiqûq û sosyolojî xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Wî 2011an bi şiîra nav ‘’Bîrêmjar”, 2012yan bi çîroka nav ”Zênebej” xelat sitandine. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de dixebite. Wî fanzîneka fotografîyê ya nav ”flashhilat” ya 16 hejmarî derxistiye. Kitêbeka wî ya şiîran heye û nav ”Şeveke Îstismar” romankek jî nivîsîye. Kurtefîlma wî ya nav ”Tercûme” ya sala 2022yan li festîvalên navneteweyî xelat wergirtine. Ji Adara 2022yan vir ve her Pêncşem di saet 5:50 pm de li Perxudres Podcastê podcastên ser kultur, sanat û edebîyatê diweşîne. Wê podcastê sala 2022yan xelata rojnamegerîyê sitandiye.

Murat Bayram: Kargeha Rojnamegerîya Edebî

Avakarê Botan International û Botan Timesê ye. Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo New York Times, Al Jazeera International, Deutsche Welle, The Guardian, Middle East Eye û RT TVyê kar kiriye. Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye. Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî. Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî

Te ev dîtıne?

Hilbijartina Herêma Kurdistanê – Hunermend û nivîskar namzet in!

Di hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê de, gelek hunermend û rewşenbîrên navdar dê

Ji Bo Êrîşa Li Ser Beyrûdê Kê Çi Got?

Li gor nûçeya France24ê, îro êvarê êrîşeke Îsraîlê li ser navenda Beyrûtê

REUTERS – Îsraîlê Êrîşî Navenda Beyrûdê Kiriye: 6 Kes Hatine Kuştin

Îro, êrîşeke mezin a Îsraîlê li ser navenda Beyrûdê bû sedema kuştina