Derbarê Çemê Batmanê da panelek tê lidarxistin

17/11/2023

Platforma Hawirdorê ya Batmanê paneleka bi navê Panela Hawirdorê li dar dixe.

Platforma Hawirdorê ya Batmanê berîya mehekê hatîye avakirin ku aniha bo cara ewil ew derbarê Xetereyên li ser Çemê Batmanê û Pêşnîyazên Çareserîyan da panelekê li dar dixe.

Di destpêka panelê da, dokumentera rojnameger Metin Yoksu ya bi navê Batman Çayında Yaşam (Jîyara li Çemê Batmanê) dê bê nîşandan.

Moderatorîya panelê ji alîyê Metin Yoksu ve tê kirin ku dê Cüneyt Kaya û Emrah Çelik derbarê Xetereyên li ser Çemê Batmanê û Pêşnîyazên Çareserîyan da gotarên xwe pêşkêş bikin.

Panel dê li Baroya Batmanê, 18yê Mijdarê saet 12:00yan dest pê bike.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Şîrove bike

Weşana berê

Weşanên NASê Warway çap kir

Weşana paşê

Canvayê kurdî li xwe zêde kirîye

Te hay ji vê heye?