Tu dizanî ka çiya çiqas bê hêz bûn li hemberî Ferhad, çawa qels bûn; nikarîbûn li ber wî bisekinin, ji fediyan! Deqên te jî li hemberî hêza te wekî tozên bêqîmet in. Mirov hema pif bike, dê bifirin.
***
Deqên te yek e an ji yekê zêdetir? Tu dibêjî qey yek jî tuneye. Tu dibêjî qey deqên ku tevlî jiyana mirovên din dibin, dê tu car tevlî ya te nebin. Yên ku carinan di mejiyê mirov de derdikevin, carinan di rêvî de, carinan li cihekî ku tu jî nikarî texmîn bikî û bibînî. Çawa ku tu rastî yek ji wan tê, ya ku destê te jî nagihîjê, ya ku mejiyê nasên te yên herî nêzîk mijûl dike, tu dixwazî biavêjî ji nav hemû xeyalan.
Ji bo vê tu çi dikî? Tu bikî gazinî bi kêr nayê, tu derûdora wê bi dîwarên zexm bixemilînî bê çare ye! Tu diceribînî ji bîr bikî, ya herî baş jî ev e. Hêstirên hinekan, îskeîska nasên te yên ku her yek parçeyeke ji canê te ye, carinan te biêşîne jî, dide hîskirin ku hezkirin tu car naqede. Hezkirina li hemberî te, hesta herî pîroz a ku di dilê te de cih digire, tu car kêm nabe. Tu vê hezkirinê wekî arvanê têxî nav bêjingê, dîsa dê li ser bimîne, hemû nakeve bin bêjingê; yên li ser dimînin, tu jî dizanî ku dilên ên nêzîkê te ne ku şev û roj ji bo te di nav kelecaniyekê de ne. Hezkirina ji bo yê herî nêzîk tu car kêm nabe, çi bibe bila bibe.
Tu dixwazî bila erd biqelişe, dixwazî pêlên hemû deryayan bila bisekinin, dixwazî hemû ax û xîz hişk bibin. Tu yek î û hezkirina li hemberî te, digel deqên xayîn, wisa ye ku dinya xirab bibe xilas nabe. Dev ji wan deqan berde. Tu jî ji dil dixwazî, ji dil dixwazî û hêvî dikî ku xwe jê azad bikî. Tu yê azad bibî, xurtbûna te vî tiştî nîşan dide, azadbûna mejiyê te!
Bayekî hênik tê carinan, di demeke ku mirov ne li bendê ye. Tê û xwîdana ku te girtiye, hênik dike. Tu stûyê xwe dixurînî, yê ku li ber tavê reş bûye. Jiyanek heye di wê reşbûnê de, jiyaneke xweş. Ji ber ku tu nizanî li cihê xwe bisekinî. Tu dikarî hema qet nefikirî û xwe biavêjî nav behrê, bi saetan avjeniyê bikî, wekî ku te jixwe di nav behrê de çavê xwe vekiriye. An jî tu dikarî, bê westan, bê rawestan pedalan bizivirînî, heta ku hemû şaneyên canê te kêf bikin. Lê tu jî dizanî ku carinan li şûna wî bayê hênik, bagerek derdikeve pêşiya te. Tu di nav behrê de jî bî, her du pêyên te li ser pedalan jî bin, tu xwe bernadî û ji bo ku pişt stûyê te têra xwe reş bibe, tu bernadî. Li ber xwe didî, lewre heta niha, di tevahiya jiyana xwe de, te li ber xwe daye. Hênikbûna bayî çi qas xweş be, zexmbûna bagerî jî carinan xweş e. Mirov belkî dikare çêtir bibîne ka çi qas dikare li ber xwe bide û çawa tevbigere.
Tu dizanî ka çiya çiqas bê hêz bûn li hemberî Ferhad, çawa qels bûn; nikarîbûn li ber wî bisekinin, ji fediyan! Deqên te jî li hemberî hêza te wekî tozên bêqîmet in. Mirov hema pif bike, dê bifirin.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.