Lîstika Deq û Dolabên Scapen dê ji bo zarokên li herêmê erdhêjê were lîstin.
Şanoya Bajêr a Amedê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ragihand ku ew lîstika “Deq û Dolabên Scapen” ji bo piştevanîya xebatên zarokan ên li herêmê erdhêjê dê were lîstin.
Lîstik dê di 24 û 25ê Adarê de derkeve ser dikê.
Li ser bingeha rastiya komediyê ku li gorî şert û mercên dîrokî û civakî diguhere, me tercîh kir ku “Dek û dolabên Scapen” ku yek ji komediyên klasîk ên şanoya Fransî ye, bi hêmanên hemdem û herêmî şîrove bikin. Ji ber cewherê komediyê, armanca me ew bu ku, em lîstik bigihînin asteke ku ji bo temaşevanên îroyîn wan nas bike û bi tîpên nas û mîzahên herêmî-çandî bigihînin hev.
Şanoya Bajêr a Amedê
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.