“Erdhêjê nekuşt dibêjin bila çem bikuje”

“Erdhêjê nekuşt dibêjin bila çem bikuje”
“Erdhêjê nekuşt dibêjin bila çem bikuje”
Gulistan Korban
  • 3 Mart 2023 12:00

Bajarê Amedê jî ji erdhêja 6ê Sibatê para xwe girt.

Bi hezaran avahiyên li bajar zirar dîtin.

Kesên di wan avahiyan de dijîn jî niha di konan de hewila jiyanê didin.

Konên di nava bajar de yê parkan hatin avakirin niha yek bi yek tên rakirin.

Rayedarên hikûmetê li rex Çemê Dîcleyê konbajarek ava kirine û dixwazin hemû kesan di wan konan de bi cîh bikin.

Avakirina konbajarê û bi cîhkirina mexdûran li bajar bû sedema gengeşîyek.

Li gor pisporan avakirina cihê konbajarê gelek xeter e.

Taşkiran: Li herêmê metirsiya lehiyê heye!

Hevseroka Odeya Plansazên Bajêr a Şaxa Amedê Çekdar Taşkiran dibêje, cihê konbajarê lê hatiye avakirin bi xwe tahlûkeye.

Wî anî ziman ku li herêmê metirsiya lehiyê jî heye û wiha dıbêje;

“Li herêmê hem metirsiya lehiyê heye û him jî li wir axeke binav û nerm heye.

Her wiha di mehên zivistanê de hema hema yek ji deverên herî sar ên bajêr e.

Di mehên havînê de jî kêlmêş gelek in.

Ji aliyê din li herêmê rasterast destwerdanek li ekosîstemê tê kirin. 

Gihîştina xizmetên bajarî nenêzîkî mesafeya meşê de ye.

Kesên biçin li wir bi cîh bibin ji jiyana bajar jî dur dikevin. Ev tişteke ne rast e.

Çekdar Taşkiran

“Bila xaniyê me bi ser me de were çêtire ji wir”

Mexdurên di konande jî ji çûna konbajara li rex çêmê dicleyî ne xweş hal in.

Ji wan mexduran yek jina bi navê Helîma ye.

Helîma pîştî erdhêjê ji mala xwe ya li Baglere reviyaye li parka Koşuyoluyê di koneke de bi cîh bûye.

“Wan bi kijan aqilî birine li ber newalê konbajerek çêkirine. Ma ciheke din tûne bû. Cihê bilind tûne bû. Weleh em newêrin herin keça min. Em ê biçin dibin xaniyê xwe, bila xanî bi ser me de were xwarê em naçin wê derê. Ma ew dostên me ne, an dijminên me ne. Dost bin wiha dikin?”

Helîma

“Dibêjin ew di erdhêjê de nemirin bila…”

Umitê ku bi tevî zarokên xwe li ber kona xwe runiştiye.

Li ser pirsa me ya di derbarê konbajarê de bi hêrs di axive.

“Erdhêjê nekuşt dibêjin bila çem bikuje. Armanca wan çi ye bi rastî me jî fêm nekiriye. Ev cend roj e dibêjin em ê we bibin wê konbajarê. Li gel tahlukeya wê jî me go temam. Aniha jî dibêjin em her meh 2 hezar bidin we vegerin malên xwe. Di Mala min de xisar heye. Ez ê çawa vegerim. Vegerim kuderê.

Mexdurê erdhêjê Umît

Li gel bertekên pisporan. Nerazîbûnên mexduran, konbajara li rex çemê Dîcleyê hat avakirin.

Konên li parka Koşuyoluyê jî hatin rakirin.

Konên li parka Koşuyoluyê hatin rakirin.

Kesên li wir jî hin ji wan ji ber neçariyê çûn li konan bi cîh bûn.

Lê yên wekî Helîma dibêje, “Bila xaniyê min bi ser min de were cardin ez naçim.”