Dengê Pirtûkan: Heta niha me 120 pirtûk bar kirine, 30 ji wan jî bi deng in

Dengê Pirtûkan: Heta niha me 120 pirtûk bar kirine, 30 ji wan jî bi deng in
Dengê Pirtûkan: Heta niha me 120 pirtûk bar kirine, 30 ji wan jî bi deng in
Botan Times
  • 24 Şubat 2022 08:08

Dengê Pirtûkan aplîkasyon, bernameyek e ku tê de PDFyên pirtûkên kurdî û pirtûkên bi deng hene. Xwendevanên pirtûkan dikarin vê aplîkasyonê daxînin ser cîhazên xwe û bi rêya vê aplîkasyonê hem PDFya pirtûkan bixwînin hem jî wan pirtûkan bi awayekî dengî guhdar bikin.

Berpirs û berdevka aplîkasyona Dengê Pirtûkan Zeynep Sultan Atli mêhvana Botan Timesê bû. Atliyê di derbarê aplîkasyonê de agahî dane me û pirsên me bersivandin.