Dengê mexdûrên rejîma Îranê, Nergîs Mihemedî dîsa ketiye girtîgehê

Dengê mexdûrên rejîma Îranê, Nergîs Mihemedî dîsa ketiye girtîgehê
Dengê mexdûrên rejîma Îranê, Nergîs Mihemedî dîsa ketiye girtîgehê
Vahdet Uçar
  • 20 Kasım 2021 14:05

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) girtina rojnamevan û parêzvana mafên mirovan ya Îranî Nergîs Mihemedî di dema çalakiyeka li nêzîkî Tehranê di 16ê Mijdarê de ji bo bîranîna zêdetirî 1,000 qurbaniyên tepeserkirina xwenîşandanên di Mijdara 2019an de şermezar dike.
Mihemedî ku hem bi gotarên xwe û hem jî bi çalakiyên xwe yên ji bo parastina mafên mirovan li Îranê tê naskirin, piştî 13 mehan ji azadiya xwe dîsa di girtîgehê de ye. Ew di 8ê Cotmeha 2020an de piştî zêdetirî pênc salan li pişt hepsan hat berdan, ku tê de rastî tundîyê jî hatiye.

Berdevka Navenda Berevanên Mafên Mirovan a Îranê, Mihemedî di Kanûna 2019an de dema ku li dijî veguhestina wê bo girtîgeha Zencanê ya 300 km li bakurê rojavayê Tehranê nerazîbûn nîşan dabû, rastî tundiya rasterast ji aliyê rêveberê girtîgeha Êvîn a Tehranê û çend gardiyanan ve hatibû.

Di 13 mehên azadiya xwe de, Mihemedî bi berdewamî rastî tacîzên dadwerî hatibû, ku herî kêm 8 caran hat girtin, berî her tiştî ji ber piştgirîkirina wê ji malbatên rojnamevanên girtî û girtiyên din ên ramanî re.

Di 26ê îlonê de di posteke Instagramê de, wê ragihandibû ku rayedarên dadwerî bi tawana “propagandaya dijî hikûmetê bi rêya belavkirina derewan”, ”heqaret li rayedarên dewletê” biryara 36 meh cezayê girtîgehê, 80 qamçiyan û cezayê pereyan piştrast kiriye.

Hevjînê wê, Taghi Rahmanî, ji RSF’ê re gotiye, roja piştî girtina wê bi kurtî bi telefonê bi wê re axivî. Wî got ku wê jê re gotiye: “Ez di beşa ewlekarî ya 2A ya zindana Evînê de me [beşeke di bin kontrola Muhafizên Şoreşê de ye] û ji min re gotine ku divê ez 30 mehan di girtîgehê de bim û 80 qamçiyan bistînim, lê heta ku ez sax bim, ez nahêlim qemçîyan li min bixin.” li ser vê yekê banga telefonê hate birîn.

Rehmanî anî ziman ku qamçkirin û hucreya takekesî cûreyên îşkenceyê ne ku wê û malbatên qurbaniyên sîstema dadweriyê şermezar dikin û ji ber vê yekê ew niha “di hucreya yek kesî de ye û li benda qamçkirinê ye.” Rehmanî ji sala 2012ê ve ligel du zarokên xwe li Fransayê dijî.

Komîteya Sêyemîn ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, ku pispor e di mijarên mafên mirovan de, di heman demê de biryarek di 17ê Mijdarê de pejirand ku careke din Îran ji ber binpêkirinên wê yên eşkere yên mafên mirovan, di nav wan de tepeserkirina xwepêşandanan “bi bikaranîna çekên şer”, li gorî Cewaid şermezar kir. Rehman, raporterê taybet ê NY bo rewşa mafên mirovan e li Îranê.

Komara Îslamî ya Îranê di nav 180 welatan de di rêza 174’an de li ser asta RSF’ê ya Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya sala 2021’an de cih girtiye.