‘Dengbêj Zahiro: Qulingê Serhedê’ derket

Nıvîskar:
1 year berê

Dengbêj Zahiro: Qulingê Serhedê hate weşandin.

Xebata lêkoler Hemîd Ûrmiye ya bi navê Dengbêj Zahiro: Qulingê Serhedê ji aliyê weşanxaneya Nûbiharê ve hate çapkirin û belavkirin.

Berhem li ser jîyan û xebatên Dengbêj Zahiro hûr dibe.

Beşek ji nivîsara danasîna berhemê:

Dengbêj Zahiro sala 1950an li gundê Kinyada Farqînê yê li ser bajarê Amedê hatiye dunyayê. Zarokatiya wî li gundê Kinyadê derbas dibe. Di 15 saliya xwe de bi malbatî berê xwe didin bajarê Mûşê, gundê Pîranê yê li ser navçeya Kopê û jiyana xwe li wir berdewam dikin.
Zahiro di nava meydana dengbêjiyê de xwedî navekî naskirî ye. Wî mirovê hêja 59 salan xizmeta dengbêjiyê kiriye; bi sedan kilam û helbestên trajedî, mêrxasî û evînî nivîsandine û bi qirika xwe ya zêrîn pêşkeşî gele Kurd kiriye. Yek ji şahkarên dengbêj Zahiro: “Xwezila li dinyayê mirin hebiya lê kalbûn nebiya” ye
Dengbêj Zahiro jî weke piraniya dengbêjên Serhedê ji dibistana Evdalê Zeynikê ye. Zahiro, hevçaxê dengbêjên weke Reso, Şakiro û Huseynê Mûşê ye.
Hemîd Ûrmiyê di vê pirtûkê de bi hûrgilî behsa jiyana hunerî ya Qulingê Serhedê, dengbêj Zahiro dike…

Derbarê nivîskar Hemîd Ûrmiye da:

Hemîd Ûrmiye (Hemîd Mistefa) di sala 1986an de li Rojhilatê Kurdistanê (bajarokê Balavê ser bi parêzgeha Ûrmiyeyê), ji dayîk bûye. Dibistana sereke li wî bajarokî diqedîne. Di sala 1995an de ji ber sedemên siyasiyên malbatî neçar dimînin bera xwe bidin Başûrê Kurdistanê (bajarê Diyanayê). Li wî bajarî berdewamiyê dide xwendina xwe û beşa derûnnasiyê dixwîne.
Hemîd di temenek pir zû de dikeve nava hunera stran gotinê û di demek kurt de li her çar parçeyên Kurdistanê digere û hunera xwe pêşkeşî gelê xwe dike.
Sala 2014an li herêma Başûrê Kurdistanê di pêşbirkeya dengbêjiyê ku li bajarê Hewlêrê ji bo 80 ciwanan hatibû lidarxistin beşdar dibe û pîleya yekemîn a dengbêjiya Kurdî bi dest dixe. Li rex karê hunerî, di beşa rojnamevaniyê de jî xebat kiriye û li gelek ajans, TV, radyo û rojnameyên Kurdî de xebitiye.
Hemîd Ûrmiye di sala 2019an de derbasî Ewropayê dibe û li welatê Belcîkayê nîştecih dibe. Niha li wî welatî dijî û li ser jiyana dengbêj û hunermendên Kurd lêkolînan dike, dinivîse.

Berhemên wî yên din:

Berhemdarî Axîn û Nalîna Beytocan – J&J

Hunera 55 salan Dilovan – Sîtav


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Vîdeo: Rojîn Kabaîşa 21 salî  hêj winda ye – VOA, BBC

Ji 27ê Îlonê vir ve tu agahî ji Rojin Kabaiş, xwendekara Zanîngeha

“Heta niho li Filistînê 226 karmendên Neteweyên Yekbûyî hatine kuştin”

Philippe Lazzarini, serokê Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya Alîkarî û Karên Penaberan ên

Parastvanê Messiyî ne bezî, firrîya!!

Lionel Messi bi şiyanên xwe yên bêhempa û jêhatîbûna xwe ya gol