Denbêj Kurdê: Min û Henîfêyê me guhê xwe neda kesî, me zîncîr qetand!

Çend roj berê dengbêj Kurdê di çarçoveya Solo Festa4 Mordem Sanatê da li Amedê derket ser dikê.

Li gor vîdeo-nûçeya Inanç Yildiz ya li bianetê dengbêj Kurdê her cara bi hevala xwe Hanîfayê ra derdiket ser dikê û stranên xwe yên dengbêjîyê digot, lê vê carê tena serê xwe bû.

Dengbêj Kurdê di dawîya bernameyê da ji bianetê ra axivîye:

Min û Hanîfê guhê xwe neda kesî, me zîncir qetand, heta em bikarin û em sax bin, ger em pê gûpalîkê jî bikaribin, biçin ser sahnê, em ê ji miletê xwe ra hazir bin.

Dengbêj Kurdê

Ew dibêje ku pêşeroja dengbêjîyê her ku diçe kêm dibe. Li gor wê sedama vê yekê jî bêqîmetîya dengbêjîyê ye.

Herwiha Kurdê dîyar dike ku dengbêjî bi jinê ra dest pê kiriye lê jin hatiye perçiqandin, nehêlanê ku jin stranên dengbêjîyê bêjin.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir