Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selehatîn Demîrtaşî ji girtîgehê ji bo malpera Arti Gerçekê nivîsek weşand.
Demîrtaşî, di nivîsa xwe ya bi sernava, “Li hemberî Tifaqa Talîbanê em ê bi hev ra bi ser bikevin” da Tifaqa Cumhurê bi tûndî rexne dike.
Wî di nivîsa xwe da got; “Dibe ku ev ji bo jinan hilbijartina dawî be.”
Tifaqa Cumhurê, di dîroka sîyasî ya Tirkiyeyê da bûye bloka herî rastgir û herî paşverû. Cûreyek Tifaqa Talîbanê ava bûye.
Demirtaş
Çi bibû?
Tifaqa Cumhurê ku ji aliyê AKPê û MHPê ve hatibû avakirin ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê amadekarîyê dike.
Herî dawî partîyên BBP, Yenîden Refah û partîya Hûda Parê jî tevlî nava tifaqê bûbûn.
Tevlîbûna Hûda Parê bûbû sedema nîqaşan. Tê îddîakirin ku têkilîyên Hûda Parê bi Hîzbullahê re heye.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.