Demîrtaş kampanyaya hilbijartinê careke din ji zindanê dimeşîne

  • 02/01/2023
Demîrtaş kampanyaya hilbijartinê careke din ji zindanê dimeşîne
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

02/01/2023

Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji Twitterê ragihand ku ew kampanyaya hilbijartinê didin destpêkirin.

Demîrtaş dîyar kir ku kampanyaya wan niha ne li ser navekî û partîyekê ye, lê bo demokrasîyê ye.

Wî got ku bo kampanyaya hilbijartinê bi coş û ken derbaz bibe ew li benda milet e ku bi pêşnîyazên xwe tevlî kampanyayê bibin.

Di hilbijartinên serokomarîyê yên Tirkîyê yên 2018an de jî Demîrtaş ji zindanê kampanyaya hilbijartinê meşandibû.

Bo kampanyayê hilbijartinê, Demîrtaş wê çaxê ji rêzetwîtên xwe re gotibû ‘’e-mîtîng’’

Demîrtaş ji 2016an vir ve di Girtîgeha Edîrneyê de ye. 

%d