Demîrtaş kampanyaya hilbijartinê careke din ji zindanê dimeşîne

02/01/2023
Selahattin Demirtaş

Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji Twitterê ragihand ku ew kampanyaya hilbijartinê didin destpêkirin.

Demîrtaş dîyar kir ku kampanyaya wan niha ne li ser navekî û partîyekê ye, lê bo demokrasîyê ye.

Wî got ku bo kampanyaya hilbijartinê bi coş û ken derbaz bibe ew li benda milet e ku bi pêşnîyazên xwe tevlî kampanyayê bibin.

Di hilbijartinên serokomarîyê yên Tirkîyê yên 2018an de jî Demîrtaş ji zindanê kampanyaya hilbijartinê meşandibû.

Bo kampanyayê hilbijartinê, Demîrtaş wê çaxê ji rêzetwîtên xwe re gotibû ‘’e-mîtîng’’

Demîrtaş ji 2016an vir ve di Girtîgeha Edîrneyê de ye. 


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

HDP
Weşana berê

HDP bo Ocalan 8 roj in li pêş Wezareta Dadê ye

Ali Babacan
Weşana paşê

Babacan: Emê astengiya li pêş perwerdehiya zimanê dayikê rakin