Demîrtaş Got ”Nûdem” û Xwest Ocalan Bibîne

04/12/2022

Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ku li Gîrtîgeha Edîrne girtî ye, xwest Rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan bibîne.

Demîrtaş ser daxwaza hevdîtinê Çarşema borî serî li Wezareta Dadê ya Tirkîyê da.

Bi qasî meheke berê hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Wezaretê Dadê dabûn, lê wê wezaretê ti bersîv neda wê daxwazê.

Wezareta Dadê heta niha bo daxwaza Demîrtaş jî bersîv nedaye.

Demîrtaş ser daxwaza hevdîtinê ji Halk TVyê re daxuyanîyek şand û dîyar kir ku ew dixwaze li hember girjîya gur û pevçûnên giran, bibe însîyatîf.

Di rojên borî de, Demîrtaş li ser Twitterê ‘’nûdem’’ nivîsî û da zanîn ku ew dem her tim wek hewayên biharê ne.

Ew sîyasetvanê di nav Kurdan de bi ‘’Selo Başqan’’ jî tê nasîn, herî dawî di hilbijartinên serokomarîyê de bû berbijar û bi %8,40 dengan li rêza 3yan ma. 


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Mazlum Abdî bo Washington Postê Nivîsî: Kurd û Tirk ji Hevdu Nefret Nakin

Weşana paşê

Babacan Dibêje bo Çareserîya Kêşeya Kurdan Helwesteke Sipîsaxlem Lazim E

Te hay ji vê heye?

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Çûkên Li Ber Firê

Rokê serê sibeyê em giş di

Parlamentera berê ya HDPê Huda Kaya di danişîna yekem de serbest bû

Derbarê pênc parlamenterên berê yê HDPê

Dengê jineke Dîlokî li Londonê olan dide

Di her albûmeke wê ya nû