Demîrtaş bo Tifaqa Ked û Azadiye strana hilbijartinê çekir

15/01/2023

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selehatîn Demîrtaş ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê straneke ku gotin û awaz aidê wî ye belavkir.

Tifaqa Ked û Azadiyê yekem mitînga xwe ya girseyî li Stenbolê li dar xist.

Hevserok, serokên giştî û berdevkên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê yên 6 partiyan jî di wê mitîngê bûn.

Demîrtaşê ku 6 sal e li girtîgeha Edirneyê girtî ye ji girtîgehê straneke ku dibeje “Em kedkar in” amade kir piştgirî da tifaqê.

Hate gotin ku dengê Demîrtaş yê di stranê de tê bihîstin jî di hevdîtina telefonê ya bi malbata wî re hatiye qeydkirin.

Di 25ê Tebaxa 2022yan de  bi serokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP), Partiya Ked (EMEP), Partiya Azadiya Civakê (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) û Federasyona Encûmenên Sosyalîst (SMF)  hatin gel hev û Tifaka bi navê Ked û Azadiyê avakirin

Partî wekî tifaqa seyem ji bo hilbijartinên serokkomariyê amadekariyan dike.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

“Pall weşan weşanxaneyeka nifşê nû ye”

Weşana paşê

Pall Weşan: A new generation Kurdish publishing house

Te hay ji vê heye?

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Çûkên Li Ber Firê

Rokê serê sibeyê em giş di

Parlamentera berê ya HDPê Huda Kaya di danişîna yekem de serbest bû

Derbarê pênc parlamenterên berê yê HDPê

Dengê jineke Dîlokî li Londonê olan dide

Di her albûmeke wê ya nû