Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, hikûmeta Îranê bi çar zimanan şermezar kir.
Demîrtaş bi Kurdî, Tirkî, Farisî û Azerî dîyar kir ku hikûmeta Îranê dixwaze bi şîdet û îdaman rê li ber azadîyên bigire.
‘’Daxwaza azadîyê ya gelan bi îdamkirin, lêdan û zindanan nayê rawestandin. Bi kuştinê daxwaza azadîyê nayê tunekirin’’ Demîrtaş nivîsî.
Protestoyên li Îranê bi qasî 3 mehên berê, piştî Jîna Amînî ya Kurd di derdestîyê de hat kuştin, destpê kir.
Li gor Rexistina Mafê Mirovan ya Îranê, ku navenda wan li Norweçê ye, ji ber mudaxaleya polisan ya li dij çalekvanan heta niha 498 çalekvan hatine kuştin û bo 11 kesan jî biryara darvekirinê hatiye dayîn ku ji wan du kes hatine darvekirin.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.