Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji hesaba xwe ya Twitterê bi Kurdî, Tirkî, Ingilîzî û Erebî rojbaş nivîsî.
Demîrtaş piştî rojbaşan ji şopînerên xwe xwest ku herin vê sibehê çayên xwe ji kîsê wî vexwin.
Wî diyar kir ku dema ew ji girtîgehê derkeve wê heqê wan çayan bide.
Demîrtaş, ku ji sala 2016an vir ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, di rojên borî de dest bi kampanyaya hilbijartinê kiribû.
Foto: Wikipedia, SS
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.