Demîrorenê ‘ji ber ku bûye dayîk’ nûçegîhana xwe ji kar avêtiye

Nûçegihana DHAyê ya Samsûnê Zeynep Irmak Ocal bi hinceta “bûye dayîk” ji kar hatiye dûrxistin. Zeynep Irmak Ocalê ev biryara sazîyê di hesabê xwe yê twîtterê de parve kiriye. Nûnerê Sînopê Denîz Ozen jî bertek nîşanî biryarê da û îstifa kir. Sendîkaya Kedkarên Çapemeniyê jî bi parvekirina xwe ya li ser Twîtterê bertek nîşanî betalkirina […]

Demîrorenê ‘ji ber ku bûye dayîk’ nûçegîhana xwe ji kar avêtiye
Demîrorenê ‘ji ber ku bûye dayîk’ nûçegîhana xwe ji kar avêtiye
Botan Times
  • 12 Nisan 2022 10:44

Nûçegihana DHAyê ya Samsûnê Zeynep Irmak Ocal bi hinceta “bûye dayîk” ji kar hatiye dûrxistin. Zeynep Irmak Ocalê ev biryara sazîyê di hesabê xwe yê twîtterê de parve kiriye.

Nûnerê Sînopê Denîz Ozen jî bertek nîşanî biryarê da û îstifa kir.

Sendîkaya Kedkarên Çapemeniyê jî bi parvekirina xwe ya li ser Twîtterê bertek nîşanî betalkirina bêhiqûqî da û diyar kir ku ew ê pêvajoyê bişopînin. Di daxuyaniya Sendîkayê de hat gotin, “Peymana kar a Nûçegihana DHAyê ya Samsûnê Zeynep Irmak Ocal bi hinceta dayik e, bi awayekî nehiqûqî hat betalkirin. Em li cem hevala xwe ya ku ji ber dayikbûna xwe ji kar hatî avêrin in. Em hemû pêvajoya hiqûqî dişopînin. Em ê rê nedin ku jin ji jiyana karsaziyê bên derxistin.”

Nûnerê Sînopê Denîz Ozen behsa serpêhatiyên hevala xwe ya rojnameger ku ji aliyê Gerînendeyê Giştî yê DHAyê Celal Korkut ve ji kar hat dûrxistin kiriye. Ozen piştî çirandina qertê xwe yê ajansê da zanîn ku wî jî îstîfaya xwe ji ajansê daye.

Xebatkarê DHAyê Denîz Ozen, daye zanîn ku Celal Korkut ji hevkara wê re ev gotin kirine; “Tu bûyî dayîk, dê zaroka te nexweş bikeve, wê îhtîyacên zaroka te bi te çêbibin, tu dê biçî izna şîr û hwd em n,karin bi we re mijûl bibin. Lewra jî em naxwazin êdî bi te re kar bikin.”

Di vîdeoya ku Denîz Ozen parve kirî de ev gotin hene:

“Ez ê bûyereke gelekî xemgîn bi raya giştî re parve bikim û ji we re binirxînim. Hevala me ya ku ev nêzî 2,5 sal in bi şev û roj di Ajansa Nûçeyan a Demîrorenê de dixebitî, îro ji kar hat derxistin. Sedema wê jî ew e ku dayîk e. DÎHAyê ji îro pê ve dayikek ji kar avêt. Midûrê Giştî yê DHAyê Celal Beg wiha gotiye: “Tu ê niha bibî dayik, zaroka te dê nexweş bibe û tu dê îzna welidînê bistînî yan jî tiştekî din. Em nikarin bi wan re mijûl bibin. Ji ber vê yekê em naxwazin bi we re bixebitin.” Me DHA wekî malbatê nas dikir, em xelitîne. Têkiliya min a bi DHAyê re nemaye ji vê saetê û pê ve. Ez li vir nasnameya xwe diçirînim. Em karê xwe bi rûmet dikin û vê bûyera ku hat serê hevala me Irmak şermezar dikin. “