Dem Partîyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyanîyek derbarê hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan da belav kir ku Wezareta Dadê derbarê mafên wî yên memnu da îtîraz kirîye.
Dem Partîyê ragihand ku 29ê Adara 2024an, pênc deqîqeyan berî xelasbûna mesaîyê û du rojan berî hilbijartinê Wezareta Dadê bi biryar û nameyeka îdarî li dijî mafên qedexekirî yên Zeydan îtîraz kir ku wî di sala 2022yan de hemû mafên xwe bi dest xistbûn û ji hemû kontrolên qanûnî derbas bûbû.
Ew bangî hikumetê dike ku ji vê kiryara xwe vegerin û li îradeya gel xwedî derkevin.
Daxuyanîya Dem Partîyê wiha ye:
“Partîya me 31ê Adara 2024an, li Wanê serkeftineka bêhempa bi dest xist. Gelê Wanê Şaredarîya Bajarê Mezin jî di nav de, 14 şaredarîyên li Wanê bi dest xistin û di Meclîsa Giştî ya Bajêr de jî bi ferqeka gelek mezin bûye partîya yekemîn. Gelê Wanê îradeya xwe bi awayekî xurt û aşkere nîşan da. Ev îradeya bihêz, di heman demê da bersiveka xurt e ji bo rejîma qeyûman jî.
Digel ku xelkê peyameka zelal jî da, li Wanê hewlên nû yên derhiqûqî dest pê dikin.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Wekî tê zanîn; Hevşaredarê me yê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hemî prosedurên qanûnî bi cih anîn û serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind da û namzetbûna wî ji alîyê YSKyê ve hat qebûlkirin. Zeydan bi piştgirîyeka mezin a gelê Wanê hat hilbijartin.
Lêbelê 29ê Adara 2024a, roja înê, pênc deqeyan beriya xelabûna mesaîyê û du rojan beriya hilbijartinan, Wezareta Dadê bi biryar û nameyeka îdarî li dijî mafên qedexekirî yên Zeydan îtîraz kir ku wî sala 2022yan hemî mafên xwe bi dest xistibûn û ji hemî kontrolên qanûnî derbas bûbû. Serdozgerîya rayedar, li ser vê nîvîsa îtîraza îdarî ku weke talîmatekê ye, dubare serî li dadgehê da û hemam dadgehê biryara dayîna mafên qedexekirî dabû. Dadgehê di heman rojê da biryara dayîna mafên qedexekirî betal kir û daxwaza mafên qedexekirî red kir. Bêyî ku biryar teqez bibe, yanî mafê temyîz û îtirazê were bikaranîn, yekser mijar ji YSKyê re hat veguhestin.
Heman dadgehê biryara xwe binpê kir ku wê bixwe biryara dayîna mafên qedexekirî yên Hevşaredarê me Abdullah Zeydan daye. Ev yek kiryareka wisa ye ku îradeya gel tune dihesibine.
Abdullah Zeydan Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê ye. Em bang li her kesî dikin ku rêzê li vê rastîyê bigirin.
Rêgeza bingehîn ya demokrasîyê, rêzgirtina îradeya gel e. Em bang li desthilatdarîyê dikin ku rêzê li îradeya gel bigire!
Em hişyarîyê didin wan kesan yên ku dixwazin dest danin ser îradeya gelê me.”