Dema serlêdanê bo dersên bijarte yên Kurdî hate dirêj kirin

16/01/2023

Wezareta Perwerdeya Tirkiyê ragihand ku serlêdanên bo dersên bijarte yên Kurdî wê heta 10 Sibatê berdewam be.

Li Tirkiyeyê ji sala 2012an vir ve zimanê Kurdî wek dersa bijarte bo polên 5,6,7,8 li dibistanan tê xwendin.

Xwendekar di sala perwerdehiyê ya 2023-2024an de heta 10 Sibata 2023an wê bikaribin dersa Kurdî hilbijêrin û vê daxwaza xwe bi rêya formên dersên bijarte bigihînin dibistanên xwe.

Her wiha ev demekeye sazî û rêxistinên Kurd ji bo hilbijartina dersên bijarteyên bi zaravayên Zazakî û Kurmancî ji 10ê Çileya 2023yan ve kampanya dane destpêkirin.

Bixwîne: https://botantimes.com/cima-kurd-kurdi-hilbijerin/

Li gor maddeya 42an ya qanunên Tirkiyeyê, li dezgehên perwerdehiyê yê li Tirkiyê ji bilî zimanê Tirkî tî ziman nekare bibe zimanê perwerdehiyê.

Li gor Enstîtûya Kurdî ya Swedê 32 mîlyon û 812 hezar Kurd li Tirkiyê dijîn. Li gel vê hejmarê jî ji mafê perwerdehiyê bêparin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Di pêvajoya hilbijartinê de li Tirkiyeyê 2.071 rojname derdikevin 1 kurdî ye

Weşana paşê

During the election process, 2,071 newspapers are published in Turkey, and only 1 is Kurdish

Te hay ji vê heye?

Mamostayên tirk, tirkî-nezanîna zarokên kurd wek nexweşiyeka derûnî dibînin

Ji bo Ingilîzî Bitikîne Rojeke xwendekerekî

“Domanên, mektebo de Zazakî û Kurmancî weçînê”

Hunermendê navdar yê ji bajarê Dêrsimê

Çavdêrîya li medyaya Kurdî – 18.01.2023

Rejîma Îranê ji bo şopandina cil

“Ev ne qeder e, divê ev bê guherîn”

Li Tirkiyeyê wekî her sal, îsal