“Dema em dighêjin girtîgehê hema kincên xwe ji xwe dike”

“Dema em dighêjin girtîgehê hema kincên xwe ji xwe dike”
“Dema em dighêjin girtîgehê hema kincên xwe ji xwe dike”
Gulistan Korban
  • 9 Mart 2023 16:50

“Dema em diçin ber girtîgehê hema rast e rast cilên xwe jixwe dike û ji bo lêgerîna laşî destên xwe bi herdu aliyan ve vedike. Wexta ku dighêje ber cîhaza X-rayê jî dest bi derxistina pêlavên xwe dike.”

Beritan Elyakut

Roger Baz 3 salî ye û zarokê du rojnamegeran ne.

Bi çûn û hatina hevdîtina bavê xwe hemû rêgezên girtîgehê bi vî awayî ezber kiriye.

Bavê wî Mazlum Geçîkenî heta 8ê Hezîrana 2022yan li Amedê di produksiyoneke de kare kameramaniyê dikir.

Bi operasyona 8ê Hezîranê bi tevî 15 hempîşeyên xwe ew jî hate girtin.

Dayika Roger, rojnameger Berîtan Elyakut pîştî girtina hevserê xwe gelek bi hêrs e.

Ew dîyar dike ku çûn û hatina girtîgehê di kurê wê de dibe sedema travmayan.

Destpêkê pir li bavê xwe digeriya, pir dipirsî. Em jê re dibêjin bavê te dixebite nekare were malê.

Lê rojeke ku em ji hevdîtina girtîgehê derdiketin destê bavê xwe girt û xwest ew jî bi me re vegere. Piştî ku bavê wî nehat li hember wî bi hers e û nace cem. Her çend me difikrî ku demkiye, lê di rastiya xwe de ew wekî travmayek di hişê zarokî de bi cîh bûye.

Beritan Elyakut

Rojnameger Geçîken 9 meh in girtîye.

Bi ‘Endamtiya rêxistinê’ tê sucdar kirin.

Li gel derbasbûna 9 heyvan jî hê îdanameya ku pê tê suçdarkirin amade nîne.

9 meh in ez û hevserê xwe ji hev dur in. Pêvajoyeke gelek dijwar e. Evkas jî ne dîyar e. Him wekî dayikek û him jî wekî jinek mirov gelek diweste. Lê ji aliyê din ve jî van girtinan wekî rojnamegerek me ferî sebrê û tekoşînê dike.

Beritan Elyakut

Tirkiye di warê girtina rojnamegeran de di cîhanê de jî di rêzeke gelek xirab de ye.

Rojnamegerên ku hêviya wan ji darazê nemaye îro li ber edliyaya Amedê hatin gel hev.

Wêneyên rojnamegerên girtî rakirin û daxwaza azadiya hevalên xwe kirin.

Daxuyaniya rojnamegeran ya li ber Edliyeya Amedê