Stranbêja ciwan Rojbîn Kizilê bi rêya Botan Timesê mizgînî da guhdar û heyranên xwe ku ew haziriya klîbeka nû dike.
Ev klîba Rojbîn Kizilê ya digel Fehîmeyê li ser YouTubeyê 51 Milyon caran hatiye temaşekirin klîba wan a duyem 33 Milyon caran hatiye temaşekirin. Klîba wê ya “Lawo Dîno” 12 milyon û ya “Çavbeleka Min Tu yî” jî 7,4 milyon caran hatiye temaşekirin.
Ez li zaningehê dixwînim û bere karê xwe yê muzikê jî dikim. Niha min straneke nû qeyd kiriye. Nivîs û melodîya wê ya min e. Ez kliba wê çêdikim.
Rojbîn Kizil, stranbêj
Destpêkirina min a mûzikê ji 8 salîya min dest pê kir. Apê min û Meta min stran digotin. Ez 8 salîbûm bavê min ez li qurseke temburê qeytkirim. Dema ez 9 salî bûm cara yekem derketim ser sahnê û min stran gotin û wisa heya niha berdewam dike.
Rojbîn Kizil
Ez kêfxweş dibim, gava ku li min guhdarî dikin an jî klibê min temaşe dikin kêfa min tê. Armanca min jî ew bû ku bi vî karî bala temaşevana bikşînim ser muzika kurdî û zimanê kurdî. Ji bo piştevanîya gelê me ez gelekî kêfxweş im û bi wa serbilind im. Ji hemû gelê mere serkeftinê dixwazim.
Rojbîn Kizil
Hesta Zimanî di nav Kurdîya Reş û Sipî da23/04/202416:21 ‘Ay lê gulê’: Stranên li ser ‘Gul’ê23/04/202414:40 Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 9: Xwedaynameg23/04/202412:12 Belçîka – Polîsan bi ser Stêrk TV û Medya Haberê da girt23/04/202411:05 7 rojnameger hatin desteserkirin23/04/202410:48