DEM Partîyê dîroka pêşhilbijartina namzetên Hilbijartina 31ê Adarê dîyar kir

DEM Partîyê dîroka pêşhilbijartina namzetên Hilbijartina 31ê Adarê dîyar kir
DEM Partîyê dîroka pêşhilbijartina namzetên Hilbijartina 31ê Adarê dîyar kir
Botan Times

DEM Partîyê, dîroka pêşhilbijartinên ji bo namzetên hilbijartina xwecihî ya 31ê Adarê dîyar kir.

Lijneya Rêveber a Navendî ya Partîya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi hevserokatîya Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan civîyan.

Li gorî Nûçeya Ajansa Mezopotamyayê civîna 10 saetan dewam kirîye.

Di civînê da biryar hatîye dayîn ku pêşhilbijartinên ji bo diyarkirina namzetên hilbijartina xwecihî ya 31ê Adarê di 13-14ê Çileyê da bên lidarxistin.