DEM Partî: Ev biryar berdewamîya proseya darbeya sîyasî ye

02/04/2024

DEM Partîyê derbarê destguhertina mazbatayê da daxuyanîyeka nû da.

Digel ku li Wanê DEM Partî di hilbijartinê da bi ser ketibû jî, namzedê Ak Partîyê Abdulahat Arvas mazbataya şaredarbûnê wergirt.

DEM vê yekê wekî berdewamîya proseya darbeya sîyasî dibîne û dibêje binpêkirina îradeya gel e.

Daxuyanîya DEMê wiha ye:

Em biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê red dikin ku mazbataya Bajarê Mezin a Wanê da namzetê AKP’ê. Ev biryar mudaxeleya îqtîdarê ye û berdewamîya proseya darbeya sîyasî ye. Endamên Lijneya Hilbijartinê ya Wanê hatine eyarkirin û biryar dane ku ev biryar ne rewa û derhuqî ye û binpêkirina îradeya gel. Em bang li Lijneya Bilind a Hilbijartinê dikin ku vê derhiqûqtîyê bi dawî bikin û îradeya gelê me nas bike. Partîya me, endamên me û gelê me li ser pêyan e. Heta ku ev derhiqûqtî bi dawî nebe, bertekên me yên demokratîk dê berdewam bin.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Te ev dîtıne?

Weşana Zindî – Ferît Sevîm û Bluesa Kurdî

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat

Weşana Zindî – Rêyeka ber bi Stranbêjiyê ve, Stran

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat

Li Tirkiyeyê di sala 2024ê de 109 caran mafê bikaranîna zimanê kurdî hatiye binpêkirin – Kurdish Monitoring

Kurdish Monitoringê ragihandiye ku di sala 2024ê de li Tirkiyeyê 109 caran