DEM Partî: Başak Demîrtaş nabe berbijêra Stenbolê

07/02/2024

DEM Partîyê ragihand ku dê Başak Demîrtaş, Hevjîna hevserokê berê yê HDPyê Selahattin Demirtaş nebe berbijêra Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê.

DEM Partîyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî da zanîn ku dê Başak Demîrtaş nebe berbijêr.

3yê sibatê, DEM Partiyê ragihandibû ku ew dê bi berbijêrên xwe beşdarî hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bibin.

Derbarê berbijêriya Başak Demîrtaşê de jî gelek îdia dihatin kirin.

DEM Partîyê got “Em ligel birêz Başak Demirtaşê, ji destpêka pêvajoyê heta niha di danustandinê da ne ku wê bi beyanata xwe ya ji bo berbijêrîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê piştgirîya polîtîkayên me kir û hêz da me. Rayedarên lijneya me, li ser hemî geşedan û bijarteyan nirxandin kirin û ligel Başak Xanimê di nav hevahengîyê da, bi awayekî kordîne gehiştin wê encamê ku ew nebe berbijêr.”

Herwiha di daxuyanîyê da hatîye destnîşan kirin ku dê ew berbijêrên xwe yên Stenbolê heta çend roj din aşkera bikin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Şîrove bike

Weşana berê

Sîdar Jîr dê gotûbêjekê bike û kitêba xwe îmze bike

Weşana paşê

Rêya Xam û Otoban

Te hay ji vê heye?