Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê “Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî” ya sala 2023yan dîyarî zimannas û nivîskarê Kurd Deham Ebdilfetah kir.
Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê bi daxuayanîyekê da zanîn ku xelatgirê Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî yê 2023yan Deham Ebdilfetah e.
Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî di gelawêja 2018an hat damezrandin. Ev xelat her sal ji alîyê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê ve ji bo nivîskar û rewşenbîran tê dîyarîkirin.
Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê Xelata xwe ya salane di ahengeke taybet de li bajarê Amûdê “Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî”, dê diyarî zimannas û nivîskarê kurd Deham Ebdilfetah bike, ji bo ked û xebata wî ya demdirêj di warê çand û zimanê kurdî de.
Xelatên ku heta niha wergirtine:
- Xelata Komeleya Celadet Bedirxan, sala 2012
- Xelata Navenda Ciwanên Amûdê, sala 2014
- Xelata Komeleya Soparto, sala 2015
- Xelata Seydayê Cegerxwîn, sala 2018
- Xelata Mihrîcana Helbesta Kurdî
- Xelata Mela Ahmadê Palo, sala 2020
- Xelata HRRKê ya Afirandinê, sala 2020
- Xelata Arta ji bo Dayîn û Afirînerî, sala 2021
Deham Ebdilfetah
Mamoste Deham Ebdilfetah yek ji giringtirîn zimannas û nivîskarên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê ye, ku bi kar, xebat û berhemên xwe di warê ziman û zimannasîya Kurdî de xwedî bandoreka mezin e. Ew di sala 1942yan de li gundê Belê ya girêdayî bajarê Amûdê ji dayîk bûye. Di temenê 5salîya xwe de diçe gel melayê gund, da ku hînî Qur‘anê bibe. Derdora salekê li gel mele dimîne û xwendina xwe ya Qur’anê temam dike. Dibistan li derdora wî tune bûn. Wê xwendinê gelek sûd li xwendina wî kir. Heta salên 1951ê dibistanek li nêzî gundê wî hebû, navê wê Hesê Osê bû. Ji ber jêhatîbûn û xwendina wî ya Quranê refa yekê naxwîne û yekser refa diduyan dixwîne. Di wê hingê de zimanê wî li awayê bilêvkirina peyv û tîpên erebî baş vedibe. Xwendina xwe ya seretayî diqedîne û li dibistanên bajarê Hesekê xwendina xwe ya
navîn bi dawî dike, paşê jî li zanîngehên Şam û Helebê beşa Wêjeya Erebî û Mamostetîyê temam dike.
Di heyama 20 salan de li dibistanên parêzgeha Hesekê wek mamosteyê zimanê Erebî kar kiriye, lê ji ber rewşa xwe ya tenduristî û pirsgirêkên çavan dev ji karê mamosteyîyê berdide. Di zarokatî û destpêka xortanîyê de ji hêla ruhê ve ber bi Kurdîyê ve, kelecana vê yekê ew her tim bi xwendin û zimanê Kurdî ve pêş ve dibir, her wiha bandoreka mezin a melayên gundê Belê li ser Deham Ebdilfetah hebû. Bi taybet Mele Ehmedê Palo, dema ku li pêşber Deham Ebdulfetah destnivîsên xwe yên ferhengî û rêzimanî radixstin û li gel hevalên xwe yên mele diket nava nîqaşan de, wê hingê ew rewş û xwesteka zanîna bi zimanê dayîkê li cem Deham Ebdulfetah geştir dibe. Destpêka geşta xwe ya nivîskarîyê, Deham Ebdulfetah gotar û helbest bi zimanê Erebî dinivîsandin, lê paşê bi yek carê zimanê Erebî da alîyekî û hemû çalakî û destnivîsên xwe yên bi zimanê Erebî şewitandin û tenê bi zimanê Kurdî nivîsand û di ber doza vî zimanî de her xebat dikir û berdewam dike.
Piştî 8 salan ji mijûlbûna bi xwendina rêziman û ferhengên Kurdî, êdî Deham Ebdilfetah di sala 1989an de bi awayekî fermî dest avêt pênûsê, da ku hest û boçûnên xwe bi Kurdîyeka resen li ser pelê binivîse.
Ji ber berhemdarî û keda xwe ya bi salan di ber zimanê Kurdî de wiha dibêje; ”Ziman ne tenê derbirîn, danûstandin û fêmkirin e, ziman wek xezîneyeka veşartî ye” Bi saya xebateka dûr û dirêj ku hetanî niha jî berdewam e, Deham Ebdulfetah bi dehan berhemên giranbuha yên li ser ziman, wêje û çanda Kurdî li pirtûkxaneya Kurdî bar kirine ku piranîya wan niha li ber destên me ne. Her wiha gelek caran jî cihê xwe di
komxebatên li ser Rêbera Rastnivîsê, rewşa ziman û mijarên rêzimanê de bi sazî û dezgehên rewşenbîrî de cih girtiye. Li gelek kongir û mihrîcanên wêjeyî û yên di warê ziman de li her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûye. Di roja îro de çavên zimannasê hêja Deham Ebdilfetah her çiqas zîyan gihabê jî, lê bi alîkarîya xortan ew xebata xwe didomîne û dev ji xebata xwe bernade, û ew bixwe jî dibêje “Dilê min xurt e. Moralên min bilind in. Herî kêm dikarim her salekê pirtûkekê binivîsim”.