Dê roja dildaran bi kevneşopîyeke kurdî bê pîrozkirin; Sêva Mêxekrêj

Dê roja dildaran bi kevneşopîyeke kurdî bê pîrozkirin; Sêva Mêxekrêj
Dê roja dildaran bi kevneşopîyeke kurdî bê pîrozkirin; Sêva Mêxekrêj
Vahdet Uçar
  • 11 Şubat 2022 09:41

Chalak Eventsa ku di sala 2017an de ji aliyê xwendekaran ve hat sazkirin bê navber çalakiyên xwe li dar dixe. 

Chalak Events vê carê 13ê Sibatê roja Yekşemê bi minasebeta “Valentines Day / Roja Dildaran” li Nînova Cafe ya Taksimê kargeha Sêva Mêxekrêj li dar dixe.

Di 13ê sibata roja sembolîk de dê kesên beşdarî kargehê bibin sêva mêxekrêj ku bi sedsalan e di çanda Kurdan de heye çêkin. Kargeh dê saet di 12.00an de dest pê bike û heta saet 20.00ê dewam bike.

Herwiha di kargehê de muzîkjen dê muzîkekî enstrûmental ji bo beşdaran pêşkêş bikin:

Bujen Arpacik dê di navbera 17:00-18:00an de li kemanê bide, Sarah Atkinson dê di navbera 18:00-19:00an de li çelloyê û Kajîn Dara jî dê di navbera 19:00-20:00an de li sentûrê bide. Dawîya şevê saet 21:00ê Sîdar Ferîd dê konserekê bide.

Herwiha Chalak Events diyar kir ku ji bo beşdariyan sêv, mêxek (qerenfîl) û zendik ji kîsî wan e.

Chalak Events da zanîn ku armanca ewe ku ew kevneşopiya Kurdî berdewam bibe.

Sêva Mêxekrêj, sêveke xwaziye ye. Piştî ku bi mêxan (qerenfîlan) tê xemilandin ji sed salan zêdetir wekî xwe dimîne, bêhn û rahiya xwe distêre. Sêva mêxekrêj kevneşopiyeke kevn a Kurdan e. Sêva Mêxekrêj ku çandeke pir kevn e tê wateya evîn û aştiyê.

Her weha dê ev bername di heman rojê de li bajarên Wan û Diyarbekirê jî bên li dar xistin.