Dê Assange radestî Emrîkayê were kirin

  • 15/03/2022
Dê Assange radestî Emrîkayê were kirin
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

15/03/2022

Serlêdana damezrînerê Wikileaksê Julian Assange ya li dijî biryara radestkirina Amerîkayê hat redkirin. Piştî erêkirina Wezîrê Navxwe yê Brîtanya Priti Patel, Assange dê radestî Emrîkayê bê kirin.
Damezrînerê Wikileaksê Julian Assange, ku bi eslê xwe Awustralyayî ye, dema ku wî hejmareka mezin ji tomarên leşkerî û dîplomatîk ên Emrîkayê weşandin hate bihîstin. îtîraza li dijî biryara radestkirina Assange ji bo Emrîkayê hat redkirin.

Dadgeha Bilind a Londona paytexta Îngilîstanê ragihand ku îtiraza biryara dadgehê ya derbarê radestkirina damezrînerê Wikileaksê Julian Assange ji bo Emrîkayê hate redkirin. Berdevkê Dadgeha Bilind a Brîtanyayê gotiye, “Serîlêdan ji hêla Dadgeha Bilind ve bi hinceta ku ew bingehek qanûnî ya nîqaşbar pêk nayîne, hate red kirin.”

Niha pêwist e biryara radestkirina Assange bo Emrîkayê ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Brîtanyayê Priti Patel ve were pejirandin.

sûcên şer eşkere kiribûn
Emrîka dixwaze WikiLeaks, ku ji aliyê rojnamevanê 50 salî yê bi eslê xwe Awustralya Assange ve hatiye damezrandin, ji ber weşandina hejmareke mezin ji qeydên leşkerî yên veşartî û nameyên dîplomatîk ên Amerîkî were darizandin. Assange sûcên şer jî eşkere kiribû.

Di Kanûna borî de, di doza li Dadgeha Bilind a Londonê de, biryar hatibû dayîn ku Assange bi hinceta ku ji ber pirsgirêkên xwe yên psîkolojîk di bin xetera xwekujiyê de ye, radestî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) neyê kirin. Piştî ku DYAyê li dijî biryarê îtîraz kir, dadgehê di eleyhê DYAyê de biryar da.

%d