Dawîya efsaneyê hat: Welatê herî qelebalix ê cîhanê guherî

Heta niha bi salan e welatê herî qelebalix ê cîhanê Çîn bû. Lê êdi ne ew e. Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî (NY) êdî nifûsa Hindistanê ji ya Çînê zêdetir bûye. Berevajî kêmbûna rêjeya jidayikbûnê ya li Çînê, li Hindistanê nifûs van salên dawî di asteke zêde da bilind bûye. Nifûsa Hindistanê derketiye mîlyarek û […]

Dawîya efsaneyê hat: Welatê herî qelebalix ê cîhanê guherî
Dawîya efsaneyê hat: Welatê herî qelebalix ê cîhanê guherî
Botan Times
  • 16 Nisan 2023 10:00

Heta niha bi salan e welatê herî qelebalix ê cîhanê Çîn bû. Lê êdi ne ew e.

Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî (NY) êdî nifûsa Hindistanê ji ya Çînê zêdetir bûye.

Berevajî kêmbûna rêjeya jidayikbûnê ya li Çînê, li Hindistanê nifûs van salên dawî di asteke zêde da bilind bûye.

Nifûsa Hindistanê derketiye mîlyarek û 429 mîlyonî.

Li Çinê nûfûs di mîlyarek û 426 mîlyonî da maye.

Beriya niha hatibû eşkere kirin li Çînê ji sala 1961an vir ve care yekem e ku nifûsa wê kêm bûye. Loma jî niha textê yekemîn guherî. Tê gotin ev yek wê bandor li ser bazirganîyê jî bike.

Li gor daneyan wisa dewam bike di sala 2064an da nifûsa Hindistanê dê bigihîje 1.7 mîlyarî.