Davutoglu: Divê tirk hînî Kurdî bibin

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ji bo dersên bijarte yên Kurdî axivî. Daxutoglu dîyar kir ku, dema ew bibin desthilat dê girîngiya pêwîstiyê bidin zimanê Kurdî. Wî got, “Kurdî ne tenê ji bo Kurdan e, Kurd ji xwe bi Kurdî dizanin. Min diyar kir ku bila Tirk jî fêrî Kurdî bibin, ji ber […]

Davutoglu: Divê tirk hînî Kurdî bibin
Davutoglu: Divê tirk hînî Kurdî bibin
Botan Times
  • 14 Ocak 2023 08:14

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ji bo dersên bijarte yên Kurdî axivî.


Daxutoglu dîyar kir ku, dema ew bibin desthilat dê girîngiya pêwîstiyê bidin zimanê Kurdî.


Wî got, “Kurdî ne tenê ji bo Kurdan e, Kurd ji xwe bi Kurdî dizanin. Min diyar kir ku bila Tirk jî fêrî Kurdî bibin, ji ber ku Kurdî jî wek Tirkî zimanê vê axê û yê û ya me ye.”


Hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî li Tirkiyeyê ji sala 2012an ve weke mafekî qanûnî hatiye naskirin.

Di nava dersên bijarte de lehçeyên Kurdî Kurmancî û Zazakî jî hene.

Hilbijartina dersan dê heta 20ê Çile berdewam bike.


Partiya Pêşerojê ku di 12ê Kanûna 2019an de di bin serokatiya Ahmet Davutoglu de hat damezrandin.


Partî piştgirî dide sîstema parlementeriyê ya bihêztir ku ji aliyê partiyên muxalefetê ve li welêt hatiye pêşniyarkirin.

Foto: Twitter, SS – @GelecekPartiTR