Dansoza li Kêleka Pirtûkên Kurdî û Turkçe Takwîyelî Zazakî

16/12/2023

Li ber rabûnê Adil Bazencir xwest ji xwe re çend kitêban bistîne. Got: “Gelo li ser dîroka hunera Kurdan çi çavkanî di destê we de hene?” Min got: “Kekê Adil, li cem me tiştekî weha tune, lê hûn bixwazin di destê me de li ser dîroka şerên Kurda pir çavkanî hene!”

***

Rokê Adil Bazencir hat Pirtûkxaneyê. Li Mersînê dijî, bi eslê xwe ji Çewlîkê ye. Li Galeriya Hunerê ya Bankaya Vakıfê pêşangeha wî ya wêneyan heye, ji ber wê hatiye Stenbolê. Lê çîroka hatina wî ya Medya Kitabeviyê cihê ye.

Adil Bazencir çend meh berê di bernameya Cüneyt Özdemir ya bi navê “5N1K”yê de, di roportaja ku bi Muhsin Kızılkaya re çêkiriye rastî danasîna Kitêbxaneya Medyayê tê. Dinêre ku Özdemir bi kameramanê xwe re li ser kolana İstiklalê dixwaze rêya çûna Medya Kitabeviyê nîşanî temaşevanên xwe bide. Bi vê armancê ewilî Dêra Sen Antonio nîşan dide û dû re berê kamerayê dide xana Elhamrayê. Di korîdora xanê re li ser milê çepê û rastê di ber dikanên kincên erzan û dikanên dirûnkerên cilên bûkaniyê re derbas dibe. Kamera li dû, ber bi dawiya korîdorê hebkî din jî dimeşe. Li ser destê rastê di ber çayxaneya Elhamrayê û dîwarê ku çentên jina pêyî dardekirî ne re derbasî hêla milê çepê dibe. Di wê kêlîkê de kamera di camekana dirûnker de li ser mankeneke reqaseya nîvtazî disekine, Özdemir bi tilîka xwe reqaseya rengîn işaret dike û dibêje: “Ger hûn heta bi vê derê hatibin jê pê ve rehet e, Medya Kitabevi aha li kêleka vê dansozêye!” Ozdemir li ber deriyê pirtûkxaneyê gotina xwe dom dike: “Medya Kitabevi li Tirkiyeyê û li dinyayê pirtûkxaneya pirtûkên kurdî a yekemîn e!”

Adil Bazencir wextê bi hebûna kitêbxaneya pirtûkên kurdî dihese pir kêfxweş dibe, dibêje rojekê rêya min bi Stenbolê bikeve ezê wî ciyê kurdan ziyaret bikim.

Meh derbas dibin û rojekê rêya Adil Bazencir bi Stenbolê dikeve. Wextê kete hundir bi dilxweşiya ku soza dabû xwe bi cî anîbû, got: “Eva ez hatim!” û dest pê kirê ji min re mesela xwe ya hatinê got.

Kurmanciya Adil Bazencir ne pir baş bû, lê me her du ya jî înad kir û em bi kurmancî peyivîn. Bi zazakî zanîbû lê mezinan zazakiya zaroyên xwe qet neecibandine. Ji wan re gotine, “Hûn nepeyivin wê çêtir be, hûn zazakî, turkçe takviyeli (bi teqwiyeya tirkî) dipeyivin!” Û jê pê ve jixwe Adil Bazencir ji bo xwendina xwe ya zanîngehê çûye Enqereyê, çûye Eskişehirê, ji zimanê dayika xwe bi dûr ketiye û roj bi roj di axaftina wî ya zazakî de ‘‘teqwiyeya tirkî’’ zêdetir bûye.

Sal derbas dibin, Adil Bazencir û hemşehriyeke xwe dizewicin û ji vê zewacê sê keçikên wan çêdibin. Lê keçik bi tirkî mezin dibin û zazakiya ‘bi teqwiye ya tirkî’ jî namîne. Carekê Adil Bazencir û xanima xwe qey gotineke wan a bi dizî heye, ji bo ku keçik fam nekin bi zazakî dipeyivin. Keçik dikenin û dibên: “Ey biz anlıyoruz!” (Ey em fam dikin!)         

Li ber rabûnê Adil Bazencir xwest ji xwe re çend kitêban bistîne. Got: “Gelo li ser dîroka hunera Kurdan çi çavkanî di destê we de hene?” Min got: “Kekê Adil, li cem me tiştekî weha tune, lê hûn bixwazin di destê me de li ser dîroka şerên Kurda pir çavkanî hene!” 

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Te ev dîtıne?

Hesenê Metê, Labîrenta Cinan û Edebîyata Mieliman

Ger xwendina kitêbekê derîyekî veke, xwendina çend kitêban çend derîyan bi hev

NOTÊN HEFTEYÊ: Xwedî dernekevin!

I. Jibîrkirin Jibîrkirin nîmeteke mezin e. Bînin bîra xwe, her tiştê ku

DESTHILATDARIYA TEQWÎMÊ- II

*Ev nivîs, dewama nivîsa “Desthilatdariya Teqwîmê” ye Dîrok, her çiqas sal û