Danskerekê li kolanên New Yorkê: Smko

09/10/2024
Hussein Smko, Instagrama wî

Hussein Smko, danskerê kurd ê ku niho li New Yorkê dijî, di hevpeyvîneka bi Kurdistan Chronicleyê re serpêhatiyên xwe yên ji zarokatiya xwe ya li Hewlêrê heta gihîştina qada şanoyên New Yorkê got.

Smko behsa çawa wî di nav şert û mercên dijwar de dest bi dansê kir, çawa ew li dijî astengîyên civakî û çandî derket û çawa wî huner wek amûreka berxwedanê bikar anî.

Destpêka dansê

Smko diyar kir ku cara yekem di sala 2003an de, dema ku hê zarok bû, bi rêya leşkerên amerîkî yên li Hewlêrê dans nas kir. Smko koma xwe ya dansê ya bi navê “Gurgên Kolanê” ava kir û di demeka kurt de di nav medyayê de navdar bû.

Astengiyên civakî û çandî

Li gorî gotina Smko, wî ji ber dansê gelek zehmetî dîtine. Wî got: “Ji bo ku min dans dikir hip-hop û rap, ji min re digotin rojavayî, homoseksuel û hin tiştên din ên xerab.” Lê belê, wî diyar kir ku nifşekî nû yê li Kurdistanê birçî bûn bû ji bo zanyariyên zêdetir ên li ser hunerê. Û koma wî ev yek pêşkêş dikir.

Huner wek berxwedanekê…

Smko diyar kir ku kariyera wî ya profesyonel bi rêya berxwedana li dijî DAIŞê dest pê kir.

Wî got: “Min fêm kir ku du hilbijartinên min hene: çûyîna şerî, tenê bi demançeyekê, û rû bi rû bûna mirinê, an jî dîtina rêyeka din a şer-kirinê. Ev bû ku kariyera min a profesyonel dest pê kir. Huner wek kiryareka berxwedanê li dijî zordariya ku DAIŞ temsîl dikir.”

Bandora li ser nifşên nû

Smko behsa tesîra xwe ya li ser nifşên nû yên hunermendên kurd kir. Wî anî ziman ku yek ji endamên koma wî ya dansê, Sophia Miran, niho Fig Clubek li Hewlêrê vekiriye. Cihekî ku derfetê dide nifşekî nû yê curbecur ku bên cem hev û xwe li ser dikê îfade bikin…

Paşeroja hunerê kurdî

Di dawiya hevpeyvînê de, Smko girîngiya nîşandana aliyên din ên çanda kurdî anî ziman. Wî got: “Ez hêvî dikim ku gelê me rojekê ne tenê ji bo şer-kirinê, lê belê ji bo bedewiya erdnîgariya me, tama xwarinên me û kalîteya hunermendên me jî were naskirin.”

Çavkanî: Kurdistan Chronicle, Botan Times


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Li Xezeyê saleka şerî: Îsraîlê çawa qedexeya medyayê li ser herêmekê pêk aniye

Weşana paşê

ZINDÎ – Rewşa aloz li Xezeyê: 400 hezar kes di bin dorpêçê de ne