Ligel pênc destêwerdanên Banka Navendî ya Tirkiyê, ku di nava mehekê de 6,5 milyar dolar xistin bazarê dîsa jî daketina bûhayê lîreyê Tirkîyeyê li hember dolar û diravên biyanî berdewam e.
Yek dolar gehişte 17.44an û yek euro jî 19.60 lîreyên Tirkîyeyê derbas kir. Daketina bihayê lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî ji aliyê hemû cîhanê ve tê şopandin.