Rûşen Firat ji malbata Şêx Seîde û li navçeye Erziromê ya Xinûsê dijî. Ji ber parvekirinên wê yên deh sal berê yên li ser Facebookê polîsan di 26ê Kanûna Pêşiyê de saet di 06.00an bi ser mala wê de girt û ew desteser kir. Firat bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” bi daxwaza girtinê ji bo Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Xinûsê hat şandin. Dadweriyê Rûşen Firat bi şertê kontrola edlî serbest berda.
Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Xinûsê biryar da ku di çarçoveya şertê kontrola edlî de divê Firat 30 rojan ala Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yên medyaya civakî parve bike û heftê sê rojan jî îmzeyê bide qereqolê. Ger vê biryarê pêk neyîne dê girtina wê careke din bê nirxandin.
Xwişka Rûşenê, Helîme Firatê ji bianetê re axivî û got, “Polîs li wan digerin û dixwazin ku li gorî biryara Dadgehê divê Rûşen bi sîh rojan ala Tirkiyeyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî biweşîne û heftê sê caran jî îmze bide qereqolê.”
Ji bo dewama nûçeya bianetê bitikîne.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.