Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Dadgehê rojnamevanên ji ber protestoyên İmamoğluyî desteserkirîbûn berdane – bianet

Ji
27/03/2025

Heft rojnamevanên ku di protestoyên piştî desteserkirina Serokê Şaredarîya Mezin a Stenbolê Ekrem İmamoğluyî de hatine desteser kirin, îro hatine berdan.

Rojnamevan dê di demên pêş de bên berdan

Piranîya wan wênegirên ku tundîya polîsan kişandine, di 25ê Adarê de bi “komplo” hatibûn desteser kirin. Li gor agahîyên ku Weqfa Medya û Huqûqê (MLSA) ragihandî, ev heft rojnamevan bi sûcdarkirina “dijatîya li Qanûna Civîn û Meşên Protestoyî ya hejmara 2911” hatibûn desteser kirin:

  • Yasin Akgül, wênegirê AFPyê
  • Ali Onur Tosun, nûçegihanê Now Haberê
  • Bülent Kılıç, wênegir
  • Zeynep Kuray, nûçegihan
  • Kurtuluş Arı, wênegirê Şaredarîya Mezin a Stenbolê
  • Gökhan Kam, wênegirê Şaredarîya Bakırköyê
  • Hayri Tunç, nûçegihan

Du rojnamevanên Îzmîrê hê jî di bin çavdêrîyê de ne

Li Îzmîrê wênegir Murat Kocabaş û nivîskarê BirGünê Barış İnce (Serokê Partîya SOLê yê Îzmîrê) sibehê ji bo dadgehê hatine şandin. Yağız Barut piştî ku şeva borî îfadeya wî hatiye girtin, bêyî ku bê şandin dozgerîyê hatiye berdan.

Sendîkayan berdana rojnamevan pîroz kir û pirsa berpirsîyarîyê kir

Sendîkaya Çapemenîyê ya DÎSKê di daxuyanîya xwe de pirsîye: “Em niho dipirsin: Kê li dijî rojnamevan komplo çêkir? Ew polîsên ku wêneyên wan bi awayekê ku kart û amûrên wan ên çapemenîyê nexuyin kişandine kî ne? Li dijî hakim û dozgerên ku biryara desteserkirinê û girtinê dane dê çi tedbîr bên girtin? Wezareta Dadê û Wezareta Navxweyî nikarin ji vê komploya hanê bi rehetî xilas bibin! Encumena Bilind a Dadwerîyê (HSK) divê di cih de li dijî endamên dadwerîyê yên ku biryara bêhuqûqî dane tedbîran bigire.”

Berdevkê Rojnamevanên Bêsînor (RSF) ê Tirkîyeyê Erol Önderoğluyî jî gotiye:

“Ji biryara berdana hevalên rojnamevan ên li Stenbolê em tesellîyê werdigirin. Em daxwaz dikin ku hevalên me yên ku bi encama bêedaletîyeka mezin li Îzmîrê hatine desteser kirin û îro roja çaremîn e di bin çavdêrîyê de ne, di demeka nêz de bên berdan. Destê xwe nedin rojnamevanîyê!”

“Hem girtina bi kom a rojnamevan û hem jî berdana wan a bi kom, girîngîya piştgirîya pîşeyî careka dî derxist holê. Kiryarên dijî rojnamevanîyê û rola wê ya civakî gelek şermezar in. Ev nayê qebûl kirin! Em daxwaz dikin ku hevalên me yên li Îzmîrê jî bên berdan.”

Bi wêneyên sexte hatibûn girtin

Di dosyaya rojnamevan de dozgerîyê pêşî ew bi xwesteka kontrola edlî şandibûn hakimên cida yên cezayê, lê piştre nivîsa şandinê guherandibû û xwestibû ku ew bên girtin. Di vê mijarê de Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîyeyê (TGS) û Çapemenîya DÎSKê pirsîbûn: “Li Çağlıyanê çi diqewime?”

Serokê TGSê Gökhan Durmuşî di nivîsa xwe ya duhî (26ê Sibatê) de pirsîbû: “Gelo dozgerîyê biryara xwe bi fermanê guherand?” û gotibû ku komploya bi wêneyan li dijî rojnamevan hatiye çêkirin. Wî anîbû ziman ku wêneyên ku di dosyaya rojnamevan de wek delîl hatine danîn hatibûn birîn û gotibû: “Wêne ji ‘perspektîfên’ holê ecêb ve hatibûn kişandin ku… Amûrên wênegirî, kamera û mîkrofonên di destên rojnamevan de nedihatin dîtin. Kartên çapemenîyê yên ku li stûyên wan daliqandî bûn nedihatin naskirin.”

Duhî jî rojnamevan rewşa hevalên xwe yên girtî ji Wezîrê Dadê Yılmaz Tuncî pirsîbûn, Tuncî gotibû: “Em ê li rewşa wan binêrin.”

Çavkanî: BIA

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan