Dadgehê cezayê girtîgehê li rojnameger Durket Surenê birîye

22/02/2022

Di danişîna duuhî ya doza rojnameger Durket Suren de heyeta dadgehê Salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Surenê birî.

9emîn danişîna doza rojnameger Durket Surenê li 11emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Rojnameger Durket Sûren bi îdiaya “Bi zanebûn û dildarî alîkariya rêxistinê kiriye” û “propagandaya rêxistina terorê kiriye”, belavkirina hejmarên qedexekirî yên rojnameyên Azadiya Welat û Özgür Gündemê û li ser parvekirinên wê yên Twitterê hate darizandin. Durket Süren beşdarî danişînê nebû, parêzerên wî Pirozhan Karali, Resûl Temur û Yusuf Erdogan beşdarî danişînê bûn.

Dozgerê danişînê nêrîna xwe ya di 13ê Kanûna Pêşiyê de aşkere kiribû, dûbare kiriye. Di sûcê “bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” de daxwaza beraeta Surenê kiriye û di “propagandaya rêxistinê” de ji 10 mehan heta 5 salan ji bo Surenê cezayê girtîgehê xwestiye.

‘Di çarçoveya azadiya ramanê de ye’

Parêzer Pirozhan Karali ku li dijî vê nêrîn û biryarê axivîye, diyar kiriye ku cezakirina muwekîla wî ji bo parvekirinên wê yên medyaya civakî ne di cî de ye lewra ew parvekirin di çarçoveya azadîya derbirînê de ne. Pirozhan bi bîr xist ku der barê mijarê de gelek biryarên Dadgeha Bilind û AÎHMê hene û xwest ku muwekîla wî bi hinceta hêmanên hiqûqî yên sûcê der barê wê de pêk nehatine bê beraatkirin.

Piraniya nivîsan nûçe ne’

Parêzer Resûl Temûr diyar kir ku muwekila wî rojnameger, nûçegîhan û pêşkêşvan e. Û piraniya nivîsên wê yên ku di raya bingehîn de rastî sûcdarkirinê tên, ji gotar û nûçeyan pêk tên. Resûl bi lêkirina cezayê ku li xala 7/2 ya Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) hat zêdekirin xwest muwekîlê xwe beraat bike û diyar kir ku muwekîla wî bi rêziknameya qanûnî ya parvekirina di nava sînorên ragihandinê de ne sûc e, nayê cezakirin.

1 sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê

Piştî parastinan dadgehê biryara xwe aşkere kiriye ku di sûcê “bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” de rojnameger Suren beraet kiriye, di sûcê “propagandaya rêxistinê” de sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê biriye.

Her weha dadgehê qedexeya derketina derve ya li ser Surenê rakiriye û cezaya wê jî taloq kiriye.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

 Gulbîn Bozan : Ez di jiyana xwe de jî hinekê şatir im

Weşana paşê

Bi Keyo Çalî re li ser “Hişê çêkirî yê Kurdî”

Te hay ji vê heye?

Lêpirsîn li dijî rojnameger Oznur Degerê dest pê kiriye – bianet

Serdozgerîya Komarî ya Mêrdînê li dijî

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Çûkên Li Ber Firê

Rokê serê sibeyê em giş di

DFGyê rapora meha hezîranê ya binpêkirina mafên rojnamegeran belav kir

Botan Times temamîya rapora DFGyê diweşîne.