Dadgehê 19 sal û 6 meh cezayê hepsê da Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Sıddık Akış

05/06/2024

Dadgehê 19 sal û 6 meh cezayê hepsê da Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Sıddık Akış.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dadgeha Colemêrgê 19 sal û 6 meh cezayê hepsê da Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş.

Di danişîna doza Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş de ceza lê hat birîn. Danişîn li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat lidarxistin. Dadgehê 19 sal û 6 meh cezayê hepsê li Akiş birî. Her wiha der barê Akiş de biryara girtinê da. 

Çi bûbû

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkîyeyê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihandibû ku wan qeyûm avêtîye ser Şaredarîya Colemêrgê.

Bi şev polîsan Şaredarîya Colemêrgê dorpêç kiribû, serê sibehê jî bi ser şaredarîyê de girtibû û Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê hatibû desteserkirin.

Piştî desteserkirina hevserokê şaredarîya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û biserdegirtina şaredarîyê da, li Colemêrg û Amedê qedexe hat ragihandin.

Li gorî daxuyanîya walitîya Colemêrgê hemû meş, xwepêşandan, civînên çapemenîyê, grev, vedana konan û çalakîyên rûniştinê hatin qedexekirin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Şîrove bike

Weşana berê

Derba Sor

Weşana paşê

Bijarteyeka helbestên Selim Temo bo ingilîzî hate wergêran

Te hay ji vê heye?